Protestoyên li Fransayê didomin: Serîhildana zarokên esmer e 2023-07-07 09:26:24   STENBOL - Doç. Dr. Selîm Eskîîzmîrlîler ji bo protestoyên li Fransayê ku piştî Nahelê bi eslê xwe ji Cezayîrê ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin dest pê kiribûn, diyar kir ku ev "serîhildana zarokên esmer" e û got ku ev serîhildan encama krîza pergalê ye.    Protestoyên ku li herêma Marsûlya, Lyon, Toulouse yên derdora payxtet Parîsê ya Fransaê dest pê kirine, her diçe awayê wan diguhere. Di 27'Ê Heîzranê de li Nanterreyê polîsên Fransayê wesayîtekê gulebaran kiribûn û di wesayîtê de Nahel M. yê 17 salî yê bi eslê xwe ji Cezayirê jiyana xwe ji dest dabû.    Protestoyên ku piştî kuştina Nahel dest pê kirin, hefteyek li dû xwe hiştin.    Hîndekarê Zanîngeha Parîs Citeyê Doç. Dr. Selîm Eskîîzmîrlîler, diyar kir ku ev "serîhildan" bi taybetî serîhildana kesên dagikirî ya li dijî nijadperestî û cudatiya çînan e. Eskîîzmîrlîler bilêv kir ku ev bi taybetî tevgereke tolhilgirtinê ye û bi giştî jî krîzeke pergalê ye.    POLÎTÎKAYÊN DAGIRKIRINÊ   Eskîîzmîrlîler diyar kir ku ev protetsoyên ku berbelav bûne tenê ne ji bo qetilkirina Nahel in. Eskîîzmîrlîler destnîşan kir ku ev serîhildan encama "hêrsa" ku bi salan e li Fransayê kom bûye bi xwe ye û wiha pê de çû: "Ger em rabin sedema wê ya bingehîn pênase bikin; sedem polîtîkayên dagirkerî û polîtîkayên ji dema koletiyê heya niha hatine. Ji wê demê heya niha li hemberî gelên ku ji herêmên dagirkiî hatine metrepolan tê pêkanîn û ev encama pêkanînên çandî, civakî, polîtîk û aboriyê ne."    SERÎHILDANA ZAROKÊN ESMER   Eskîîzmîrlîler diyar kir ku "serîhildana" li Fransayê ji aliyê çapemeniya Tirkiyeyê ve wekî tevgere koçberan hatiye lnasekirin û got: "Ev ne serîhildaneke penaberan e. Aktorên vê, zarokên esmer in. Mirov gava çi di berbelavkirina serîhildanê de çi jî hêla wê ya şidetê nîqaş bike, aktorên serîhildanê, ji nişkave li hemberî şideta dewletê xetek ava kirin û ev peyameke girîng dide. Ez wiha difikirim ku dê ev serîhildan siberoja tevgerên civakî yên cîhanê û têkoşînên civakî yên li Fransayê diyar bike."    ENCAMA KRÎZA PERGALÊ YE   Eskîîzmîrlîler bibîr xist ku Fransa malovaniya gelek tevgerên serhîldanên civakî kiriye û got ku a rast serîhildana heyî jî encama krîza pergalekê ye. Eskîîzmîrlîler wiha domand: "Ger em van polîtîkayan pênase bikin, em dibînin ku ji serî de bêedaletiyeke mezin heye û mirov ji ber rengê xwe tên vederkirin. Ev qewimîn, encama polîtkayên serdest in."    Eskîîzmîrlîler ragihand ku di 6 rojên protestoyan de 3 hezar û 625 çalakger hatine binçavkirin û ji van çalakgeran hezar û 124 jê di biniya 17 salan re ne. Eskîîzmîrlîler diyar kir ku heya niha 990 hezar jê hatine dadgehkirin û der barê 480 kean de jî doz hatiye vekirin û 380 kes jî hatine girtin.  Eskîîzmîrlîler got ku ev serîhildana peyama divê pergal û pergala parvekirinê bê guherandin, dide.   MA / Esra Solîn Dal