Bota penaberan noqî avê bû: 51 kes mirin 2023-07-02 13:18:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Boteke ber bi Giravên Kanaryayê ve diçû noqî avê bû û 51 penaberan jiyana xwe ji dest dan.    Bota ku ji peravên Efrîqeya Bakur ber bi Giravên Kanaryayê yên Spanyayê ve diçû, noqî avê bû. Di encamê de 51 penaberan jiyana xwe ji dest dan. Hat zanîn ku ji kesên di botê de tenê 4 kes hatin rizgarkirin û rakirin nexweşxaneyê. Hat zanîn ku bota behsa xeberê li peravên bajarê Tan Tan ê Fasê bi rê ketiye û ji 51 kesên jiyana xwe ji dest dayîn 11 jê jin û 3 jî zarok in.    Ji nûnerên rêxistina civaka sivîl Caminando Fronterasê Helena Maleno li ser hesaba xwe ya Twîtterê têkildarî mijarê wiha got: “Boteke ku ber bi Giravên Kanyaryayê ve diçû noqî avê bû û bû sedema mirina 51 kesan.”    Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 22’yê hezîranê de jî keştiyeke ku siwariyên wê penaber bûn, 80 mîl nêzî Giravên Kanaryayê noqî avê bûbû 39 penaberan jiyana xwe ji dest dabûn.