Li Fransayê herî kêm 719 kes hatin binçavkirin 2023-07-02 12:08:06 NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiyên li Fransayê yên ji ber kuştina Nahel M. hatine destpêkirin di roja pêncan de didomin. Di roja dawî de herî kêm 719 kes hatin binçavkirin.    Zarokê cezayîrî yê bi navê Nahel M. di 27’ê hezîranê de li Fransayê bi hinceta ku pîvanên trafîkê binpê kiriye ji hêla polîsan ve hate qetilkirin. Bi qetilkirina Nahel M. re çalakiyên protestoyî hatin destpêkirin û li gelek deveran belav bûn. Cenazeyê Nahel M. di roja şemiyê de li banliyoya Nanterre ya Parîsê bi merasîmekê hate veşartin.   Hikûmeta Fransayê ji bo bidawîkirina çalakiyan 45 hezar cendirme û polîs xistin nava liv û tevgerê. Çalakiyên şeva pêncemîn gelemperî li bajarên Parîs, Marsîlya û Nîce hatin lidarxistin. Li gorî bîlançoya Wezareta Karên Hundir a Fransayê; bi sedan jê li Parîsê bi giştî 719 kes hatine binçavkirin. Di şeva în-şemiyê de hezar û 311 kes, di şevek beriya wê de jî 875 kes hatibûn binçavkirin.   Bûyerên şewitandinê di tevahiya şevê de domiyan. Şaredarê banliyoya L'Hay-les-Roses Vîncent Jeanbûrn ragihand ku bi wesayîteke şewitî êrişî mala wî hatiye kirin û zarok û hevjîna wî birîndar bûne. Bûyer li kolana navdar a Parîsê Champs-Elysees jî belav bûn. Bi dehan kes li derdora vê kolanê hatin binçavkirin. Li nêzî kolanê êriş li ser gelek wesayîtan hate kirin. Bûyer li paytextê û banliyoyên wê şevê dewam kirin.   Li bajarê Brestê şaxeke Renaûltê hate şewitandin. Li Rennesê xwepêşandêr û polîsan şer kirin. Li Marsîlyayê bi dehan kes ji aliyê polîsên tevgera taybet ve hatin binçavkirin.    BÎLANÇOYA FERMÎ   Li gorî bîlançoya Wezareta Karên Hundir a li ser şeva pêncemîn, 45 endamên hêzên ewlekariyê birîndar bûn. Şevek beriya wê 79 kes hatibûn birîndarkirin. Li gorî daxuyaniyê li ser rêya cemaweriyê 871 bûyerên şewitandinê qewimîn, 577 wesayît û 74 avahî hatin şewitandin. Bi giştî êriş li ser 10 qereqolên polîsan, 10 leşkergeh û 6 noqteyên polîsan ên şaredariyê hatine kirin.   ÇALAKÎ LI SWÎSREYÊ JÎ BELAV BÛN   Li gorî medyaya Swîsreyê, bûyerên mîna yên li Fransayê li navenda bajarê Lozanê yê Swîsreyê jî qewimîn. Hate ragihandin ku bûyerên tundî û talankirinê li navenda bajêr qewimîne. Li gorî medya 20 Mînûtes, "Kesên ku sûd ji dîmenên serhildana Fransayê wergirtî, êvara şemiyê li Taxa Flonê ya Lozanê li hev kom bûn, ji bo belavkirina barûtê ya li aliyê din ê sînor bang kirin."   Hate ragihandin ku bangawazî bi taybetî li ser medyaya dîjîtal ên Snapchat û Tîktokê hatiye belavkirin. Danê nîvro li gelek firoşgehan êriş hate kirin.