Aleksîs Çîpras ji serokatiya SYRÎZA’yê îstîfa kir 2023-06-29 16:33:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Aleksîs Çîpras diyar kir ku ji serokatiya SYRÎZA’yê îstîfa dike û wiha got: “Dema destpêkirina serdemekî nû hatiye.  Dibe ku encama neyînî destpêka vê serdemê be û divê bibe.”    Serokê partiya çepa radîkal SYRÎZA’yê Aleksîs Çîpras piştî ku di hilbijartinên roja yekşemê yên Yewnanistanê de têk çû, îstîfa kir. Çîpras, ragihand ku dê di hilbijartinên ji bo serokatiya SYRÎZA’yê de nebe namzet.    Çîpras, got ku divê di nava partiyê de reformek çêbibe û ev tişt anî ziman: “Dema destpêkirina serdemekî nû hatiye. Encamên neyînî dibe ku bibin destpêkek û divê bibin. Vê rêwîtiya zehmet şopa xwe li dîrokê da.”