Protestoyên li Fransayê didomin: Herî kêm 150 kes hatin binçavkirin 2023-06-29 13:16:14 NAVENDA NÛÇEYAN - Ciwanê bi navê Nael M. ê 17 salî li Fransayê ji hêla polîsan ve hate kuştin. Protestoyên ji ber kuştina Nael M. dest pê kirin didomin û heta niha herî kêm 150 kes hatine binçavkirin.    Ciwanê 17 yê bi navê Nael M. bi hinceta “guh neda hişyariya biwekine” ji hêla polîsan ve hate kuştin. Bi kuştina Nael M. re li Fransayê protesto dest pê kirin. Di encama pevçûnên di navbera polîs û çalakvanan de heta niha herî kêm 150 kes hatine binçavkirin. Çalakî li gelek deverên Parîsê û bajarên cuda belav dibin.    Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ji ber tundiya polîsan û çalakiyên li seranserî welêt belav bûn, banga civîna lezgîn li yekîneya krîzan a di navbera wezaretan de kir.