Li Idlibê êrişa hewayî: 7 kes mirin 2023-06-25 14:35:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişa hewayî ya Rûsyayê ya li Idlibê de 7 kes hatin kuştin.    Mala Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku hêzên hewayî yên Rûsyayê li Idlibê êrişên hewayî kirin û di êrişê de herî kêm 7 kes mirine. Midûrê SOHRê Ramî Abdûl Rahman têkildarî mijarê bi AFP'ê re axivî û da zanîn ku di êrişa hewayî ya li dijî koma paramîlîter a bi navê Cisr El Şugur de 4 sivîlan û 3 endamên koma paramîlîter hatine kuştin. Hat gotin ku di êrişê de 25 kes jî birîndar bûne.