Li Yewnanistanê keştiya penaberan noqî avê bû: Bi sedan kes winda ne 2023-06-15 11:59:05 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Yewnanistanê keştiyek noqî avê bû û hat ragihandin ku bi sedan kes winda bûne.    Duh li Nîvgirava Morayê ya Yewnanistanê keştiya masîgiran ku penaber tê de bûn, noqî avê bû. Hatibû ragihandin ku herî kêm 78 kesan jiyana xwe ji dest dane. Her wiha 104 kes hatin rizgarkirin û ji bo dîtina bi sedan kesan jî xebatên lêgerîn-rizgarkirinê hatine destpêkirin. Hat zanîn ku kesên di keştiyê de penaberên Efxanistan û Pakistanê ne. Li gorî agahiyên kesên hatine rizgarkirin dane, di keştiyê de herî kêm 600 kes hebûn.    Piştî karesatê, Yewnanistanê li seranserî welêt 3 roj şîn ragihand. Rayedarekê ji bo The Guardin'ê axivî ev tişt anî ziman: “Hejmara miriyan her serê saetê zêdetir dibe. Hinek agahiyên spekûlatîf tên parvekirin ku dibêjin di keştiyê de 600 kes hebûn. Lê ev agahî hêj nehatiye piştrastkirin. Keştî niha di bin avê de ye. Noq bû.”