Katalonya biryara serxwebûnê taloq kir 2017-10-10 21:29:03   NAVENDA NÛÇEYAN – Serokê Rêveberiya Xweser a Katalonyayê Carles Puigdemont, ji parlementoyê ku ji bo îlankirina serxwebûnê bê nîqaşkirin li hev civiya, xwest ku îlana serxwebûnê bê taloqkirin. Rêveberiya Xweser a Katalonyayê, daxuyand ku ew ê muzakereyên xwe yên bi Îspanyayê re bidomînin. Di destpêka danişîna Parlementoya Katalonyayê de, Serokê Katalonyayê Crales Puigdemont axivî û got ku ji bo şanseke din a diyalogê bidin hikûmeta Îspanyayê, divê îlana serxwebûnê bê taloqkirin. Puigdemont wiha got: “Ji sindoqan ji bo serxwebûnê dengên ‘Erê’ derketin. Dixwazim vîna ku gelê Katalonyayê di warê dewleteke serbixwe de derxist holê bê tecellîkirin. Katolonya bi encamên referandûmê mafê îlankirina serxwebûnê bi dest xist.”