Balafira şer a Yewnan li Egeyê ket 2018-04-12 15:15:00   NAVENDA NÛÇEYAN – Li Deryaya Egeyê balafira şer ket. Agahî ji pîlot nayê girtin.    Balafirek şer a Yewnan li Grava Skyros (Îskîrîi) ku li Deryaya Egeyê ye ket. Hat ragihandin agahî ji pîlotê balafira tîpa Mirage 2000-5 nayê girtin û operasyonek berfireh a rizgarkirinê hatiye destpêkirin.