Serokkomarê Îranê Reîsî serdana Suriyeyê dike 2023-05-03 14:14:39 NAVENDA NÛÇEYAN - Serdana du rojan a Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ya li Şamê dest pê kir. Serdana du rojan a Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ya li Şamê dest pê kir. Piştî aloziyên li Suriyeyê cara yekem serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî li ser vexwendina Serokê Hikumeta Şamê Beşar Esed ji bo serdanek 2 rojan diçe Şamê.   Li gorî ajansa SANA piştî aloziyên 2011’an cara yekem îro serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî wê biçe Suriyeyê. Bi Reîsî re wê şandek bilind ya siyasî, aborî û enerjiyê jî hebe.   Gorî heman çavkaniyê wê Reîsî bi Beşar Esed û rayedarên Suriyeyê re bicive.