Yekitiya Ereban ji bo şerê li Sûdanê pêşniyara navbeynkariyê kir 2023-04-17 11:53:22 NAVENDA NÛÇEYAN -  Şer û pevçûnên di navbera artêşê ku li Sûdanê darbe kiribû û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de didomin. Yekitiya Ereban jî ji bo çareserkirina krîzê pêşniyara navbeynkariyê kir.    Artêşa ser bi general Abdul Fettah El Bûrhan ku bi darbeya leşkerî bû îktîdar û hêza paramîlîter a Muhammed Hamdan Daglo ya bi navê Hêzên Piştevaniya Lezgîn beriya ku berê çekên xwe bidin hev, du hefte bûn bi rengekî veşartî şer dikirin. Lê belê ev şer van sê rojên dawî giran bû. Li paytext Hartûmê dengê çekan û teqînan bilind dibe. Di şer de ku çekên giran jî tên bikaranîn, baregehên HPL’ê ji hewayî ve tên bombebarankirin.    HERÎ KÊM 97 SIVÎL HATIN KUŞTIN   HPL ku bi hezaran endamên xwe hene, beriya niha di şerê Darfûrê de weke milîs cih girtibû, piştre bi rengekî fermî tev li artêşa Sûdanê bûbû. Di cotmeha 2021'ê de jî artêşê û HPL bi hev re sivîl ji desthilatdariyê dûr xistibûn. Sivîlên ku di navbera şer de mane, berdêlên herî giran didin. Li gorî Sendîkaya Doktoran 56 jê di roja şemiyê û 41 jî di roja yekşemê de herî kêm 97 sivîl hatine kuştin. Nîvê van li nêzî paytext Hartûmê hatine kuştin.   Sendîkayê diyar kir ku artêşê û şervanan gelek ji hev kuştine, lê belê aliyan di vê mijarê de bîlanço nedane. HPL’ê di êvara yekşemê de daxuyaniyek da û îdîa kir ku ew li ber 'serkeftina dawî' ya şer in. Lê belê nayê zanîn ku kîjan hêz niha ku derê kontrol dike.   ARTÊŞÊ ÎDIAYÊN HPL’Ê DEREWAND   HPL'ê îdîa kir ku wan balafirgeh kontrol kirine, lê artêşê derewand. Paramîlîteran diyar kirin ku ew ketine Qesra Serokkomariyê lê artêşê ev agahî jî derewand.   Ji qada navneteweyî bangên agirbestê hatin kirin, lê hîn jî bersiv jê re nehatiye dayîn. Bijîşk û saziyên alîkariya mirovî, hişyariyê didin. Li vî welatê ku ji xwe xizan e, rojê tenê çend saetan ceyran tê dayin. Ji destpêka şer û vir ve li hin taxên Hartûmê ceyran û av bi temamî hatine birîn.   YEKITIYA EREBAN BANG KIR   Yekitiya Ereban jî banga lezgîn li artêşê û HPL’ê kir ku pevçûnan bidin sekinandin. Her wiha yekitiyê pêşniyara navbeynkariyê li her du aliyan kir.    Konseya Yekitiya Ereban li ser banga Misir û Erebistana Siûdî, di asta nûnerên daîmî de civînek li dar xist. Di danezana girtina civînê de wiha hat gotin: “Banga me ji bo aliyên Sûdanê ew e ku pevçûnên heyî tavilê bidin sekinandin û ji bo çareserkirina krîzan li pêvajoya aştiyê vegerin. Yekitiya Ereban ji bo hewldanên çareserkirina krîza li Sûdanê amade ye.”   Yekitiya Ereban her wiha ji bo çareserkirina krîza banga navbeynkariyê kir.