Bi fuzeyan êrîşî balafirgeha leşkerî ya Sûriye kirin 2018-04-09 08:27:22 NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a fermî ya Sûriye (SANA), li dijî balafirgeha leşkerî ya Tayfurê êrîşa bi fuzeyan pêk hat.  Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Sûriye (SANA) bi nûçeyekê diyar kir ku li dijî Balafirgeha Leşkerî ya Tayfur êrîşa bi fuze pêk haitye. SANA di nûçeyê de diyar kir ku gelek kes birîndar bûne û jiyana xwe ji dest dane. Telefîzyona fermî ya Sûriye jî diyar kir ku li Balafirgeha Leşkerî ya Tayfûr a Humusê teqînek gelek mezin pêk hatiye.