Caferî: Divê Enqere leşkerên xwe ji Efrînê vekişîne 2018-04-06 15:19:18   NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnerê Daîmî yê Sûriyeyê yê li nava Neteweyên Yekbûyî Beşar Caferî, diyar kir ku ew hêvîdar in ku mekanîzmaya sê alî ya ji Rûsya, Îran û Tirkiyeyê pêk tê zextan bike ku Tirkiye yekîneyên xwe yên leşkerî vekişîne.   Nûnerê Daîmî yê Sûriyeyê yê li nava Neteweyên Yekbûyî Beşar Caferî, der barê hevdîtina sêalî de ji Ajansa Nûçeyan a Rûsyayê Sputnîkê re axivî û diyar kir ku Tirkiyeyê peymanên Astanayê, biryarên Konseya Ewlekariyê yên Neteweyên Yekbûyî û pîvanên Tevgera Bêpêwendiyan binpê kiriye û wiha got: "Li gorî peymanên Astanayê diviyabû Tirkiye ji bo çavdêrî û kontrolkirina rêxistinên terorê yên li Îdlibê leşkerên xwe yên bi çekên sivik bişandana."   Beşar Caferî, anî ziman ku Tirkiyeyê li şûna vê yekê leşkerên xwe şandiye û peymanên Astanayê binpê kirine û wiha berdewam kir: "Em li ser lîsteya namzetan a ji bo Komîsyona Destûra Bingehîn dixebitin ku di civîna bilind a sê alî de hate ser ziman. Em tevî Rûsya û Îranê li ser vê yekê dixebitin.   Caferî xwest ku dewleta Tirk leşkerên xwe ji Efrînê vekişîne û wiha bi dawî kir: "Em hêvîdar in mekanîzmaya sê alî di vê mijarê de zextê bike. Divê Tirkiye yekîneyên xwe ji Efrînê vekişîne. Hêvîdar im ku di vî warî de wê zext li hikumeta Tirk bê kirin. Liv û tevgera Enqereyê ya li Efrînê binpêkirina biryarên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî û binpêkirina pîvanên Tevgera Bêpêwendiyan e."