Li Yewnanistanê qezaya trênê: 32 mirin, 85 kes birîndar bûn 2023-03-01 13:43:57   NAVENDA NÛÇEYAN – Li Yewnanistanê trêna rêwiyan û ya bar qeza kirin. Di encama qezayê de 32 kesan jiyana xwe ji dest dan û 85 kes jî birîndar bûn.    Li herêma Tempî ya li bakurê bajarê Larîsa ya Yewnanistanê trêna rêwiyan û ya bar li hev qelibîn. Di qezayê de vagonên trêna rêwiyan ji rê derketin. Di encama qezayê de 32 kesan jiyana xwe ji dest dan û 85 kes jî birîndar bûn.    Piştî qezayê, rêwiyên di trênê de li bajarên Selanîk, Larîsa û Katerînî hatin veguhestin.    Trêna bi tîpa IC 62’y3e ku ji Atînayê ber bi Selanîkê ve diçû de 350 rêwî hebûn.    Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên li cihê qezayê berdewam in.