Konferansa ‘Ji bo Ocalan azadî ji bo cîhanê aştî’ didome 2023-03-01 13:06:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Konferansa “Ji bo Abdullah Ocalan Azadî, Ji bo Cîhanê Aştî û Îstîqrar” ku li Afrîkaya Başûr tê lidarxistin di roja 2’yemîn de bi nîqaşên zêde berdewam dike.   Konferansa “Ji bo Abdullah Ocalan Azadî, Ji bo Cîhanê Aştî û Îstîqrar” a bi pêşengtiya Koma Xebatên Mafên Mirovan a Kurd û Înîsiyatîfa Azadî ji bo Rêber Apo a Sûriyeyê li bajarê Cape Town ê Efrîqeya Başûr tê lidarxistin, di roja duyemîn de berdewam dike.   Di roja duyemîn a konferansê de ku azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, çareseriya pirsgirêka kurd û tevkariyên wê yên ji bo aştiya cîhanê hatin nîqaşkirin, bi panela serenavê “Lêgerîna jinê ya ji bo azadiyê” dest pê kir. Bi panelên bi mijara “Neteweya Demokratîk” û “Li Rojhilata Navîn û Cîhanê Pêdiviya Şoreşê” didome. Tê payîn ku wê dawiya rojê bi danezana encamê konferans bi dawî bibe.    Her wiha tê payîn ku di dawiya konferansê de ji bo dostê kurdan ê ji Afrîkaya Başûr, damezrînerê Koma Çalakiyê ya Mafên Mirovan a Kurd (KHRAG) û hiqûqnas Essa Moossa di 26'ê Sibata 2016'an de jiyana xwe ji dest da, çalakiyeke bîranînê bê lidarxistin.