Dîplomatên Rûs ên hatin dersînorkirin gihîştin welatê xwe 2018-04-01 14:11:24 NAVENDA NÛÇEYAN - Dîplomatên Rûs ên ji aliyê DYA ve hatin dersînorkirin, tevî malbatên xwe gihîştin Moskowayê. Ajanê berê yê Rûs Sergey Skrîpal û keça wî Yuliya hatibû jehrkirin û dîplomatên Rûs ên ji ber vê bûyerê ji aliyê DYA ve hatin dersînorkirin gihîştin Moskowayê. Du balafirên ku dîplomat û malbatên wan ên hatin dersînorkirin tê de bûn û ji Washington û New Yorkê rabûn, gihîştin Moskowayê. Bi vî awayî hemû dîplomatên Rûs ên ji aliyê Washingtonê ve hatin dersînorkirin tevî malbatên xwe gihîştin Rûsyayê.   60 dîplomat û malbatên wan bi giştî 171 kes bi du balafiran ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) derketibûn.