Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Blinken hate Rojhilata Navîn 2023-01-30 09:26:11 NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Antony Blinken heta 31’ê çileyê dê li Misir, Îsraîl û Şeriaya Rojava hevdîtinan bike.    Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Antony Blinken dest bi gera Rojhilata Navîn kir. Li gorî nûçeya VOA’yê; Blinken ji ewil dê biçe Misrê. Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê dê di roja ewil a hefteyê de bi Serokkomarê Misirê Abdel Fattah El-Sîsî û Wezîrê Karên Derve yê Misrê Sameh Shoukry re hevdîtinê bike.    Dîplomata Wezareta Karên Derve ya DYA’yê ya li Rojhilata Navîn a herî payebilind Barbara Leaf da zanîn ku Blinken dê têkildarî mijarê hem bi rayedarên hikûmetê re û hem jî bi kesên ne di nava hikûmetê de cih digirin guhdar bike.    Piştî Misirê jî Blinken dê li Îsraîl û Şerîaya Rojava hevdîtinan bike. Di encama êrişa çendek roj berê de 7 îsraîliyan jiyana xwe ji dest dabûn. Tê payîn ku rewşa awarte ya ji ber êrişê were nirxandin.    Her wiha di hevdîtina Blinken a li Îsraîlê de dê şerê li Ûkraynayê û bernameya nukleerê ya Îranê jî bên nirxandin.    Tê payîn ku piştî hevdîtinên li Îsraîlê, Blinken dê derbasî Şerîaya Rojava bibe û bi Rêberê Rêveberiya Filistînê Mahmûd Abbas re hevdîtinê bike. Blinken di heman demê de dê bi nûnerên rêxistinên civaka sivîl re bê ba hev.