Pileya germahiya panavan derket asta herî bilind 2023-01-12 10:23:40 NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî lêkolîneke derheqê guherîna avhewayê de, di sala 2022’yan de pileya germahiya panavan derket asta herî bilind.    Ji ber germbûna kûrewî, germahiya panavan derket pileya herî bilind. Li gorî nûçeya Guardian'ê; zanyaran lêkolînek kirin û tespît kirin ku ji ber emîsyona ji mirovan diqewime, germahiya li panavan di sala 2022’yan de derketiye pileya herî bilind. Zanyaran da zanîn ku vê rewşê di pergala avhewayê de rê li ber guherînên pir mezin vekiriye.    Ji Zanîngeha St. Thomas a DYA’yê Prof. John Abraham destnîşan kir ku ji sedî 90’î germahiya kûrewî ya heyî derbasî panavan dibe û ev tişt anî ziman: “Ji ber germbûna panavan, mercên hewa yên pir giran dijîn. Bandoreke vê ya pir tirsnak li tevahiya cîhanê çêdibe.”