Li DYA'yê bahoza berfê: 17 kes mirin 2022-12-25 11:08:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber barîna berfê ya ku bandora neyînî li DYA'yê kir herî kêm 17 kesan jiyana xwe ji dest dan.    Li seranserê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji ber barîna berfê ya bi navê "Eliott" ku tesîra xwe neyînî nîşan da, herî kêm 17 kes mirin. Zêdeyî milyonek mal û kargeh bê ceyran man. Servîsa Hewayê ya Neteweyî (NWS) daxuyand ku bayê cemedê ku ji Cemsera Bakur hatiye û li seranserî welat belav bûye, tesîrê li ser du sê parên welêt dike, wê dawiya hefteyê jî tesîra xwe li herêmên navîn û rojhilatê welêt bidomîne.