Ji cîhanê li dijî qetlîama Parîsê nerazîbûn: Em li cem kurdan e 2022-12-24 13:03:02 NAVENDA NÛÇEYAN - Ji çar aliyên cîhanê siyasetmedar û navdar li dijî êrişa li Parîsê nerazîbûn nîşandan û di nerazîbûnan de wiha hat gotin: “Em li cem gelê kurd in.”  Duh li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya li paytexta Fransayê Parîsê êrişek çekdarî pêk hat. Di êrişê de ji pêşengên tevgera jinên kurd Emîne Kara (Evîn Goyî), hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û welatparêzê kurd Abdurrahman Kizil hatin qetilkirin û 3 welatî jî birîndar bûn. Kujer ango tetikkêş hat binçavkirin. Têkildarî bûyerê lêpirsîn didome.    Piştî qetlîamê li seranserî Ewropayê gelê kurd û dostên xwe daketin qadan û li dijî qetlîamê nerazîbûn nîşan dan. Her ku diçe li seranserî cîhanê hêrsa kurdan û dostên wan zêdetir dibe. Tê payîn îro bi deh hezaran kurd û dostên xwe li dijî qetlîamê xwepêşandan û meşan li dar bixin.    Serokwezîra Fransayê Elisabeth Borne, Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, Wezîrê Karên Navxweyî yê Fransayê Gerald Darmanin, Wezîrê Dadê Eric Dupond-Moretti têkildarî qetlîamê daxuyanî dan û bertek nîşan dan.    ‘ERÎŞEK DRAMÎ YE’    Elisabeth Borne têkildarî êrişê got, “êrişek kerih e” û sersaxî ji qurbaniyan re xwest.   Wezîrê Dadê Eric Dupond-Moretti: Dramek bê êş e. Ez ji malbatên qurbaniyan re sersaxî dixwazim.    ŞAREDARA PARÎSÊ: EM LI CEM KURDAN E    Şaredara Parîsê Anne Hidalgo: Civaka kurd bû armanca vê êrişa sûîkastê ya rastgir. Kurd li ku dibin bila bibin, divê di nava aştî û ewlehiyê de bijîn. Parîs ji her demê bêtir li cem kurdan e.    ‘ÇIMA MITEFÎKÊN ME NAYÊN PARASTIN?’    Lîderê partiya muxalefeta NUPPES a sereke ya Fransayê Jean-Luc Mélenchon’un: Em ji ber vê êrişa terorî ya ku Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya kiriye armanc xemgîn in û bi hêrs in. 10 sal berê rojên wek îro dîsa li Parîsê sê jinên kurd ên pêşeng bûn aramnca êrişê. Divê mutefîkên me kurd di ewlehiyê de bin.    Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron: Kurdên Fransayê di dilê Parîsê de bûne armanca êrişeke tirsonek. Hevsozî û hevxemî ji bo qurbaniyan, kesên ku li ber xwe didin da ku di jiyanê de bimînin û ji bo malbat û xizmên wan.    JI CÎHANÊ NERAZÎBÛN    Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Antony Blinken: Ez ji bo qurbaniyên kurd ên li Parîsê sersaxî dixwazim. Di vê roja xemgîn de dilê min bi civaka kurd û gelê Fransayê re ye.   Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz: Bûyerek xeternak xwe li Parîs û Fransayê pêça ye. Fikr û ramana min bi qurbanî û malbatên wan re ye.    Wezîra Karên Derve ya Almanya Annalena Baerbock: Divê nefret qet bi ser nekeve.    Wezîrê Karên Derve yê Îngîltereyê James Cleverly: Me têkildarî êrişa çekdarî ya li Parîsê agahiyên trajîk girtin.    MELENCHON: ÊDÎ BES E    Lîderê partiya çep La France Insoummise Jean-Luc Melenchon: Em li dijî êrişê xemgîn û bi hêrs in. 10 sal berê berê jî sê jinên rêveber li Parîsê hatibûn qetilkirin. Êdî bes e! Em tifaqên xwe kurd biparêzin.    Yek ji siyasetmedarên sosyalist ê fransî Olivier Faure: Îro kesek krîmînal êrişî kurdan kir. Divê dest ji rewakirina nijadperestiyê bê berdan.    Parlamenterên Kongreya Îspanyayê Unidas Podemos û Galicia bi daxuyaniyek hevpar êrişê şermezar kirin û gotin: “Divê ku êdî mafê gelê kurd ê rêxistinkirinê li Yekîtiya Ewropa bê mîsogerkirin û dawî li tundî û binpêkirina mafan ên li dijî kurdan were anîn.”   MAZLÛM EBDÎ: DIVÊ EM HEVKARIYAL I DIJÎ TERORÊ BIKIN    Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî: Êrişa li dijî komeleya kurd li Parîsê pirsgirêka kurd cihê şermezariyê ye. Em bawer in ku wê Serokkomarê Fransa Emmanuel Macron û saziyên dadmendî, êrişkeran eşkere bikin. Pêwîst e hevkariya me li dijî terorê bê firehkirin. Em ji malbatên qurbaniyan re sersaxiyê dixwazin.   BARZANÎ: FRANSAYÊ PIŞTEVANIYA GELÊ KURD DIKE   Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî: Ez kuştina 3 kurdên li Parîsê şermezar dikim û hevxemê malbatên wan im. Ez ji bo hevxemiyê spasiya Serok Macron dikim. Ez bawer im ku rayedarên Fransayê dê dadmendiyê ji qurbaniyan û malbatên wan re pêk bînin. Fransa her tim piştevanê gelê Kurdistanê bûye.    'ÊRIŞA LI DIJÎ CIVAKA KURD E’    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî: Ez ji ber êrişa hovane ya li Parîsê li dijî civaka kurd gelekî xemgîn im. Fikr û ramanên min bi malbatên qurbaniyan re ne. Ez bang li dîasporaya kurdî dikim ku aram bin. Bila em bi tu hincetan dest neavêjine tundiyê. Ez di wê baweriyê de me ku hevkarên me yên Fransî ji bo parastina civaka kurd li seranserî welêt û darizandina tawanbaran wê dudil nebin. Gelek tiştên me yên hevpar hene. Em bi hev re li dijî terorê şer dikin û li kesên ku ji ber tundiyê û şer koçber bûne xwedî derkevin.   DEMÎRTAŞ: DIVÊ RAYEDARÊN FRANSÎ ÊRIŞÊ EŞKERE BIKIN   Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş: Ez êrişa li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê şermezar dikim. Ji malbatên kesên canê xwe ji dest dane û gelê me re sersaxiyê û ji birîndaran re jî şîfayê dixwazim. Berpirsiyariya rayedarên Fransî ye ku hemû aliyên êrişê eşkere bikin. Em ê bişopînin.