Roth: Almanya û NATO li dijî Efrînê çima bêdeng in? 2018-03-28 08:37:34 NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmedara ji Partiya Kesk Claûdîa Roth bertek nîşanî bêdenîyawelatên Ewropa, Almanya û NATO da û got: "Almanya û NATO çima li hemberî Efrînê ewqasî bêdeng in?" Siyasetmedara Partiya Kesk a Elman Claûdîa Roth, encama civîna zîrveya Yekîtiya Ewropa-Tirkiye ya li Varnayê pêk hat û Serokê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan jî tevlî bû, ji radyoya Deutschland funk re nirxand. Roth diyar kir ku ew fêhm nake bê çima ji nişka ve têkiliyeke germ di navbera Yekîtiya Ewropa û Erdogan de dest pê kir û nerazîbûn nîşanî peymana penaberan da ku Brukselê bi Enqereyê re kir.   Roth ku alîkara serokê Meclîsa Federal a Elmanyayê ye bi bîr xist ku li Tirkiyeyê pêkanînên antî demokratîk heye, wî welatî Efrîn dagir kiriye û got, îmzekirina peymana penaberan bi welatekî mîna Tirkiyeyê re zerarê dide Yekîtiya Ewropayê. Roth xwest, alîkariya pereyan a ku Bruksel bi Enqereyê re dike bê rawestandin û got, "Gelo siyaseta dagirker a Tirkiyeyê ya li herêmê nayê dîtin? Tirkiye dagirkeriya xwe ber bi Helebê ve didomîne. Wekî din çavê xwe berdaye wê yekê ku li Iraqê jî dest bi dagirkeriyê bike."   Roth bal kişand ser bêdengiya hikumeta Elman, Yekîtiya Ewropa û NATO'yê û ev pirs pirsî:   "Yekîtiya Ewropa çima ewqasî bêdeng e? Li pêşberî êrîşên leşkerî yên li ser Efrînê NATO çima ewqasî bêdeng e? Min fêhm nekiriye bê Elmanya çima ewqasî bêdeng e. Tevî ku daxuyanî dane ku wê herêmê heta bi hetayê dagir bikin.   200 hezar mirov hatin koçberkirin. Erdogan dibêje wê 200 hezar Sûriyeyên cuda li vir bi cih bike. Mirov dikarin vê yekê weke paqijiya etnîkî bibînin. Gelo çima nerazîbûn nayê nîşandan. Çima hikumeta federal vê êrîşê weke 'êrîşek li dijî qanûnên navneteweyî' nabîne?   Tirkiye endamekî NATO ye, Çima NATO konseya xwe nacivîne û biryarekê nagire? NATO li pêşberî êrîşa li ser komeke ku em ji DAÎŞ'ê parast tê kirin çima bêdeng e? Ev hemû dibin sedem ku baweriya bi siyaseta Yekîtiya Ewropa, NATO û Elmanyayê bibe cihê nîqaşê. Çima siyaseta Elman? Ji ber ku di nava 5 hefteyên dawî de bi 4.4 milyon Euroyî bazirganiya çekan hate kirin."