Li Atînayê Newroz hat pîrozkirin 2018-03-23 20:37:08   ATÎNA – Li paytexta Yûnanîstanê Atînayê bi beşdarbûyîna bi sedan kesî Newroz hat pîrozkirin. Li paytexta Yûnanîstanê Atînayê bi beşdarbûyîna bi sedan kesî Newroz hat pîrozkirin. Piştî agir hat vêxistin govend hat gerandin. Li ser navê Navenda Çanda Kurdistanê ya Atinayê Rûken Demîr axivî û got, wan bi ruhê berxwedana Efrînê pêşwaziya Newrozê kiriye. Dû re siyasetmedar Metîn Bîngol axivî û got: “Tiştên li Efrînê diqewimin li hemberî mirovahiyê sûc in, nayên qebûlkirin û berpirsiyarê vê yekê jî NATO, DYA û Rûsya ne. Hemû kesên temaşe dikin hevparê vî sûcî ne. Tirsa wan di rûxandina peykerê Kawayê Hesinkar de xwe dide der. Ji peyker û goran ditirsin, lê dê bê serê wan û wê ruhê wan goran bi awayekî zêde xezebê li wan bibarîne.” Berdevkê PYD’ê yê Yûnanîstanê Îbrahîm Muslîm jî bal kişand ser şerê li Efrînê û got, berxwedana li wir didome.