Swîsre û Kanada ji bo Efrînê daketin qadan 2018-03-23 14:25:51 NAVENDA NÛÇEYAN - Kurd û dostên kurdan li Swîsreyê Newroz pîroz kirin û piştgirî dan berxwedana Efrînê. Li Kanadayê jî ji bo Efrînê çalakiya rûniştinê pêk anîn.  Welatên Swîsre û Kanada kurd û dostên kurdan Newroz pîroz kirin û piştgirî dan gelê Efrînê.    TORONTO   Li bajarê  Toronto yê Kanadayê endamên Komeleya Kurd ji bo Efrînê çalakiya rûniştinê ya ji bo 2 rojan dane destpêkirin. Çalakî li ber Konsolosxaneya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) tê kirin. Di çalakiyê de hate xwestin ku êrîşên dagirker ên li ser Efrînê werin rawestandin. Endamên komeleyê destek dan greva li Cenevreyê   BASEL   Li Swîsreyê, li bajarên Basel û La Chauc de Fondsê bi resepsiyonekê Newroz hate pîrozkirin û berxwedana Efrînê hate slavkirin. Bi tevlêbûna siyasetmedarên Swîsreyê resepsiyon pêk hat. Di resepsiyonê de Serokên Meclîsa Baselê Elîsabeth Ackermann, Hans Peter Wessels û Christoph Brutsch hazir bûn. Her wiha Seroka Basel Basta Tonya Zürcher, Serokê SP’ê Pascal Pfister û Seroka FDP’ê Luca Urgese, gele wekîl û nûnerên rêxistinên civaka sivîl hazir bûn. Profeserê Sosyolojiyê Ueli Mader got, bi salan e ku ew  bi Kurdan re dixebitin. Mader bal kişande ser giringiya têkoşîna azadiyê ya ji bo Kurdan û got, "Ev dagirkerî û qirkirin divê bibe meseleya me hemûyan. Peywira me ew e ku em li berxwedana Efrînê xwedî derkevin."   Her sal xelatê didin hine ku piştgiriya Kurdan dike, îsal xelat dane Anina Jendreyko. Jendreyko, ku ji salên 90’î ve ji bo Kuran gelek xebat kirine, got, dile wî ji bo Kurdan lêdixe û ji ber têkoşîna Kurdan malavayî Kurdan kir. Jendreyko ji bo Efrînê bang kir û got peywireke mirovî ye ku ew li Efrînê xwedî derkevin.   LA CHAUX DE FONDS   Kurdistaniyên li kantona Neuchâtelê ya Swîsreyê û dostên wan  resepsiyonek li La Chaux de Fondsê çêkirin. Komuna Jinan a La Chaux de Fondsê resepsiyon amade kir û pêwendiya Swîsreyiyan jî ji bo resepsiyona Newrozê  bû. Di resepsiyonê de li ser Nnewrozê û têkoşîna Kurdan axaftin hatin kirin.  Gireva birçîbûnê ya domdar a li Cinêvê ya ji bo Efrînê hate slavkirin. Ji çalakvanan Hevseroka Şaredariya Sûrê Fatma Şık bi telefonê li resepsiyonê axivî û got heta ku êrîşên dagirker û qirker bi dawî bibin ew ê çalakiya xwe bidomînin. Resepsiyon bi stranên stranbêjên ji parçeyên Kurdistanê û bi govendê bi dawî bû.