Salih Muslim: Bi hevkariya 3 hezar DAIŞ’î ketin Efrînê 2018-03-23 12:21:25 STOCKHOLM - Endamê Komîteya  Karên Derve yê TEV-DEM'ê Salih Muslim li ser vexwendina partiyên siyasî li parlamentaya Swêdê axivî û êrîşên TSK û komên hevkarên wê OSO yên li ser Efrînê nirxand. Muslîm, diyar kir ku bi hevkariya 3 hezar DAIŞ’ê ketin Efrînê. Endamê Komîteya Karên Derve yê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Hevserokê berê yê PYD’ê Salih Muslim tevlî semînerek Partiya Karkerên Demokratîk a Sosyalîst a li Parlamentaya Swêdê bû û darbarê dagirkirina Efrînê de nirxandin kirin. Muslim di semînerê de got artêşa Tirk li gel DAIŞ’ê şer dike û plana Tirkiyeyê ew e ku Efrînê bike paytexta terorîstan.   Endamê Komîteya Karên Derve ya Partiya Keskan Valter Mutt jî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê şermezar kir û piştre got ew li cem gelê Efrînê û hêzên YPG-YPJ’ê ne. Mutt, da zanîn ku ji çiyayan pê ve dostên Kurdan nînin û wiha bilêv kir: “Li vir û li gelek deverên cîhanê gelek dostên Kurdan hene."   Endamê Komîteya Karên Derve ya Partiya Karker a Demokratên Sosyal Anders Osterberg jî bi bîr xist ku endamên Komîsyona Karên Derve ya partiya wî daxwazeke hevpar nivîsî ne û ji Tirkiyeyê xwestin ku bombekirin û êrîşa ser Efrînê bide rawestandin.   TIRKIYE JI PERGALA ROJAVA DITIRSE   Muslim Newroz li her kesÊ pîroz kir û wiha axivî: "Ji ber sedema ku dagirkeriya Tirk a li ser Efrînê û komkujiyan îsal Newroz bi xemgînî pîroz kirin. Li Rojava gelên cûda kantonên demokratîk ava kirin ku dinava yekitiyê bijîn. Lê dewleta Tirk ji vê aciz e. Tirkiye ji ber ku naxwaze heman mafan bide welatiyên xwe yên Kurd ji pergala Rojava ditirse."   TIRKIYE BI 3 HEZARAN DAIŞ'Î KET EFRÎNÊ   Muslim got rejîma Tirk ku li Sûriyê destek dida çeteyên mîna DAÎŞ'ê êdî rasterast ketiye şer û Efrîn dagir kiriye. Muslim stratejiya Kurdan jî wiha got: "Helbet em ê xwe biparêzin. Li gor me Efrîn têk neçû. Li Efrînê û derdora wê li dijî dagirkeran şer heye. Em pergaleke wiha ya demokratîk dixwazin ku nasnameyên etnik ên cihê bikaribin bi hev re bijîn. Lê Tirkiye li dij vê ye. Tirkiye ji ber vê yeke bi 3 hezar terorîstên DAÎŞ'î re, yên ku ji Reqa û Kobanê reviyane, kete Efrînê."   TIRKIYE DIXWAZE MÎLÎTANÊN ÎSLAMÎ YÊN LI IDLIBÊ BÎNE EFRÎNÊ   Muslim got armanca Tirkiyeyê ew e ku li Efrînê paqijiya etnik bike û Kurdan ji şûnwarê wan bike û domand: "Niha dixwazin Kurdan ji Efrînê derxînin. Ez jî ditirsim ku paqijiya etnik bikin. Niha bi deh hezaran milîtanên îslamî li Idlibê dijîn. Armanca Tirkiyeyê ev e ku van li gel malbatên wan li Efrînê bi cih bike. Hêvî dikim ku cîhan destûra vê nede. Dive em vê ji bîr nekin. Dibe ku DAÎŞ li Tirkiyeyê ji qewet ketibe lê li Tirkiyeyê gelek hicreyên wê yên razayî hene."   ROJAVAYÎ JI BARBARIYA ERDOĞAN RE ÇAVÊ XWE DIGIRIN   Muslim diyar kir, welatên Rojavayî ji barbariya Erdoğan re çavê xwe digirin û li ser sedema bêdengiya wan jî got: "Welatên Ewropî naxwazin Erebên ji Sûriyê yên li Tirkiyeyê werin Ewropa. Erdoğan jî penaberan li dijî wan mîna çeke bi kar tîne. Dibêjin heke hûn me rexne bikin û çekan nedin me em ê jî bi milyonan penaber bi ser Ewropa de bişînin û şantajê dikin."   Muslim bêdengiya cihana derve ya li bara êrîşên dewleta Tirk rexne kir û got, "Divê li gorî peymanên xwe biçin. Mînak Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo mehekê agirbest ragihand. Swêd di vê mijarê de bû xwedî însîyatîv. Lê weke ku Efrîn ne Sûriye be tevgeriyan. Ji bo vê ez Wezîra Karê Derve ya Swêd rexne dikim. Li pêşniyara xwe xwedî derneketin. Heta niha jî Erdoğan şermezar nekirine."   Muslim got di civînên Soçî, Astana û Cenevreyê de rê nedana hêzên Kurd û got, "Li gel ku beşekî Sûriyê em kontrol dikin jî ji bo ku naxwazin navbeyna wan û Tirkiyeyê xira bibe naxwazin em li wir bin."   JABAR AMÎR: MUSLUM VEXWENDINÊ PARTIYÊN HIKÛMETÊ YE   Wekîlê Partiya Keskan Jabar Amîn li ser semînera li parlamentê got: "Îro li parlamenta Swêdê semînereke pir girîng û dîrokî çêbû. Muslim li ser vexwendina partiyên Demokratên Sosyal û Keskan hate Swêdê û tevlî semînerê bû. Ev pir baş e. Ev seminer bi tevlêbûna parlamenteran, rêxistinên civaka sivîl û medyaya neteweyî û navneteweyî pêk hat. Muslim bi zimanekî zelal tiştên ku li Efrînê bûn got û her wiha got ji bo ku civaka navnetewî êrîşên Tirkiyeyê bisekinîne divê çi bike."   PÊWENDIYA ZÊDE YA MEDYAYÊ   Piştî semînerê li parlamentê civîna çapemeniyê pêk hat. Ajansa Nûçeyan a Swêdê, Televizyona Dewletê ya Swêdê, Radyoya Dewletê ya Swêdê, rojanmeya Aftobladet, ku tiraja wê 820 hezar e, AFP, Le Monder bi Muslim re hevdîtin kirin. Muslim di civînê de axivî û got: “Ji bo ku me pêşiya qirkirinên sivîlan bigirin ji Efrînê derketin. Derketina me taktîkiye. Her tişt talan kirin, sivîl girtin û revandin. Çi ji wan kirin em nizanin. Bobeletek tê jiyîn lê têkoşîn jî didome. Vebijêrkeke me tine. Wê şerekî dirêj hebe. Dewleta Tirk bi 3 hezar DAÎŞ'î Efrîn dagir kir. Di dest me de belge hene ku vê piştrast dikin. Ên ku berê di eniya DAIŞ’ê de şer dikirin niha bi hevkariya dewleta Tirk şer dikin."   Muslim bi armanca piştevaniya çalakgerên greva birçîbûnê ya ji bo Efrînê çû Qada Sergelê û çalakvan ziyaret kirin.     Dûre Muslim ji hêla Şaredariya Stockoholmê ve hat vexwendin û li Şaredariyê bi rêveberên şaredariyê re li hev civîyan.