Macron: Em ê tu carî piştgiriyê nedin dagirkirina Efrînê 2018-03-23 11:41:38 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron careke din dubare kir ku welatê wî li dijî operasyona Tirkiyeyê ya ku li Efrînê ye û dê ti carî piştgiriyê nede destwerdana Tirkiyeyê li Efrînê. Li gorî Siputnikê, Serokomarê Fransayê Macron berî lûtkeya YEyê ya li Brûkselê de axift û got: "Helwesta min derbarê herêma Efrînê de herdem zelal bû. Ez wiha difikirim ku divê em li ser berjewendiyên ewlekariyê yên Tirkiyeyê bifikirin ku ev tiştekî eşkere ye. Lê em ê qet piştgiiryê nedin destwerdana li dewleteke xwedan serwerî wek Sûriyeyê, li gel ku di rewşa şerî de ye jî."   Herwiha serokkomarê Fransayê diyar kir ku dê qet tiştê ku binpêkirina biryara NYyê (ya li ser ragihandina agirbestê li tevahiya Sûriyeyê bo mehekê) temsîl dike qebûl nekin ku me piştgiriya wê biryarê dabû.   Herwiha diyar kir ku pirsa têkiliyên Yekîtiya Ewropayê û Tirkiyeyê dê yek ji wan dosyayan be ku dê li lûtkeya Brûkselê were gotûbêjkirin.   Hêjayî gotinê ye ku Hikûmeta Fransayê di nava xwe de jî tûşî gelek rexneyan hatibû ji ber şêwaza danûstendina wê li gel geşedanên li herêma Efrînê ya bakurê Sûriyeyê ku Tirkiye pêk tîne