SOLIDAIRES û SNJ’ê ji bo rojnamevanên kurd banga piştevaniyê kirin 2022-11-04 16:30:31   NAVENDA NÛÇEYAN - SOLIDARIES û SNJ’ê ku xwestin 9 rojnamevanên kurd ên li Enqereyê hatin girtin bên berdan, diyar kirin ku rojnamevanan ji ber polîtîkayên otoriter ên Erdogan ji rayagiştî re ragihandin hatin girtin.    Yekitiya Sendîkayên SOLIDAIRES’ê û Sendîkaya Rojnamevanên Neteweyî (SNJ) girtina 9 rojnamevanên kurd a li Enqereyê şermezar kir. SOLIDAIRES û SNJ ên têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşandin, xwestin rojnamevan bên berdan.    ERDOGAN MUXALEFETÊ BÊDENG DIKE   Sendîkayan di daxuyaniya xwe de pêvajoya binçavkirin û girtina rojnamevanan vegot û wiha gotin: “Niha ji Ajansa Mezopotamyayê û JINNEWS’ê 26 rojnamevanên kurd ji ber polîtîkayên otoriter ên Erdogan ji rayagiştî re ragihandin girtî ne. Di demekî ku hilbijartinên serokkomariyê ya 2023’yan nêzîk dibe de Erdogan hewl dide hemû mûxalîfan bêdeng bike. Çapemeniya azad a kurd jî ‘ji birînan re dibe derman’ (Weke rojnamevanê fransî Albert Londre gotiye) û li dijî fermanên hikumetê serî natewîne. Di nava meha cotmehê de Meclisa Tirkiyeyê ‘qanûna dezenformasyonê’ ku ji laiyê rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê ve weke ‘qanûna sansurê’ tê binavkirin bi lez û bez qebûl kir. Ev qanûn ji bo girtina medya ya mûxalîf bêhtir amûrên hiqûqî dide.   PEYAMA PIŞTGIRIYÊ   Di bin van şertan de weke Sendîkaya Rojnamevanên Netewî û Yekitiya Sendîkayên Solidairesê piştevaniya ya ji bo medyaya serbixwe ya ji aliyê hikumeta tirk ve hedef hatiye girtin dubare dikin û bang dikin ku hemû rojnamevanên di girtîgehan de bên berdan. Em we ji bîr nakin! Çapemeniya Azad Nikare Bê Bêdengkirin!”   SOLIDAIRES û SNJ, meha borî ji rojnamevanên di 16’ê hezîranê de hatin girtin re qert şandin û piştevaniya xwe parve kirin.