Senatorê Baskî ji bo rojnamevanan pêşniyazpirsek pêşkeş kir 2022-11-03 08:43:55   MADRÎD - Senator Gorka Elejabarrieta Diaz ê ji Herêma Bask a Îspanyayê ji bo rojnamevanên hatin girtin, ji Serokatiya Senato ya Îspanyayê re pêşniyazpirsek pêşkeş kir.    Senator Gorka Elejabarrieta Diaz ê ji Koma Parlamentoyê ya Esquerra Republicana-Euskal Herria Bildu ya Herêma Bask a Îspanyayê, ji bo rojnamevanên hatin girtin ji Serokatiya Senatoyê re pêşniyazpirsek pêşkeş kir. Diaz, bi bîr xist ku di 25’ê cotmehê de polîsên dewleta tirk bi awayekî hem wext li Enqere, Amed, Stenbol, Mêrdîn û Rihayê bi ser malan de girtin û 11 rojnamevanên ji bo Ajansa Mezopotamyayê (MA) û JINNEWS’ê dixebitin binçavkirin û ji van 9 rojnamevan hatin girtin. Diaz, bi lêv kir ku di van serdegirtinên malan de polîsan dest danîne ser kamera, kompîtur û amûrên din ên rojnamevanan.    Diaz, diyar kir ku li Tirkiyeyê li dijî azadiya çapemeniyê êrişeke cidî heye û bi lêv kir ku ev operasyon ne cuda ye û di nava 4 mehan de li dijî medyaya kurd operasyona mezin a duyemîne hatiye kirin.    Dîaz anî ziman ku ew bi fikar in ku "Qanûna Dezenformasyonê" ya ji aliyê parlamentoya tirk ve hat erêkirin, garantiyên ji bo pêkanîna mafê azadiya ramanê li qada navneteweyî ji holê rake û bal kişand ser raporên ji aliyê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ve li ser vê mijarê hatin weşandin.    Diaz, ji hikumetê pirs kir ku têkildarî mijarê ketiye nava hewldanan an na û dê pozisyona hikumetê ya di vê mijarê de çi be.