Li ber PE’yê çalakiya Efrînê 2018-03-21 08:36:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi wêneyan, karîkatûran û dîmenan êrîşên li dijî Efrînê di ekranek mezin de li ber Parlamentoya Ewropayê tê bişewqkirin.   Li Brukselê, li ber avahiya Parlamentoya Ewropa (PE) ya êrîşên Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) û komên hevkarên wê (OSO) bi wêneyan, karîkaturan û dîmenan tê nîşandan. Platforma Piştevaniya bi Efrînê re ya Belçîka, li Qada Luksemburgê bi ekrana dijital a mezin çalakî pêk tînin û çalakiya wan dê 5 rojan ji serê sibê heya bi şev berdewam bike.    Endamê platformê Delîl Agbaba derbarê çalakiyê de axivî û wiha got: “Em armanc dikin ku bi çalakiya xwe êrîşên li ser Efrînê ji raya giştî ya Ewropayê re ragihînin.”