Agirê Newroza Ewropa ji bo Efrinê geş bû 2018-03-21 07:46:32 NAVENDA NÛÇEYAN - Kurd û dostên kurdan ên li Ewropa dijîn, bi dirûşmeya “Her der Efrîn, her der berxwedan" ji bo Efrînê Agirê Newroze pêxistin. Gel di pîrozbahiyê de ji bo Ocalan azadî xwestin û xwestin tecrîd bi dawî bibe.  Li gelek navend  û bajarên Ewropa Kurd û dostên kurdan bi dirûşmeya "Her der Efrîn her der Berxwedan" Newroz pîroz kirin. Gelê Ewropa yên Newroz pîroz kirin berxwedana Efrînê silav kirin. Dîsa di pîrozbahiyê de tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û ji Ocalan re azadî xwestin. Girsê di pîrozbahiyan de xwest her kes li Efrînê xwedî derkevin û bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana Efrinê” û “Bijî Newroz” berz kirin. Newroz herî zêde li gelek bajarên Almanya hat pîrozkirin. Li bajarên Duisburg, Freiburg, Hamburg, Saarbrücken, Stuttgart, Kopenhan, Strasbourg, Marsilya, Nice, Rennes, Viyana, Innsbruck, Stockholm, Goteborg, Malmo û Orebro gel Newroz ji bo Efrînê pîroz kir.