DYA: Ev pêkenok e me li hev nekiriye 2018-03-21 07:09:40 NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Karên Derve ya DYA, diyar kir ku li ser mijara Minbiçê wan û Tirkiye li hev nekiriye.  Di nava hefteyê de rayedarên hikûmeta Tirkiye daxuyanî dan û diyar kirin ku wan û DYA li ser Minbiçê li hev kiriye. Piştî vê daxuyaniyê rêveberiya Washingtonê diyar kir ku tiştekî wisa tune ye. Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA Heather Nauert, daxuyaniya Berdevkê Serokomar Îbrahim Kalin a 'Me û DYA li ser Minbiçê li hev kiriye' derewand û got: "Heta niha di navbera du aliyan de li hevkirin tune ye. Kalin, piştî ketin bajarê Efrinê daxuyanî da televîzyonên biyanî û got: "Tirkiye û DYA li ser minbiçê li hev kiriye. Nauert û Kalin derewand û got: “Ev tiştekî pêkenok e. Ji ber ku me li hev nekiriye.