Li Îranê çalakî didomin: Rejîm ji xwe re çavsorekê digere 2022-10-14 16:42:06   ENQERE - Çalakiyên piştî qetilkirina Jîna Amînî her ku diçe belavtir dibin û rejîma Îranê ji bo dawî li çalakiyan bîne çavsorekê ku ceza bike digere.    Çalakiyên piştî kuştina Jîna Amînî li paytextê Îranê Tehranê bi mezinbûnê berdewam dikin. Rejîm her çiqas bajaran wek baregehên leşkerî bi leşkeran tije kiribe jî nikare pêşî li geşedanan bigire. Çalakvan li gel her cure zext û zorê dest ji kolanan bernadin lê li hemberî vê yekê rejîm her roj bi daxuyaniyên ecêb ji rojava cîhanê dernakeve. Daxwaza çalakvanên li Îran û derveyî Îranê ew e ku rayedarên Îranê yên di nava jiyaneke luks de dijîn bi awayek demildest ji bajarê ku tê de ne bên dersînorkirin.    REJÎM ÇAVSOREKÊ DIGERE   Komara Îslamê ji roja çalakî dest pê kirine heya niha binçavkirina endamên partiyên siyasî, rojnamevan, hunermend heya werzîşvanên ku karibin pêşengtî li çalakiyan bikin, berdewam dike. Lê ji ber ku ev serhildana gel xwe bi xwe pêk hatiye, tu bandora van binçavkirina nabe. Gelek pispor tînin ziman ku çalakiyên wek “Jin, Jiyan, Azadî” binavkirine, ji ber ku tu pêşengên wê nîn in, pêşî lê nayê girtin.    ÇALAKVAN DEST JI KOLANAN BERNADIN   Çalakiyên li dijî hikûmeta Îranê ev 28 roj in berdewam dikin û belavî tevahiya welat bûne. Li Eyaleta Kurdistanê û bajarên kurd tê de dijîn pevçûnên dijwar derbikevin jî çalakvan dest ji kolanan bernadin. Li gel herêmên kurd tê de dijîn Tehranê jî li gelek taxan di navbera çalakvan û polîsan de pevçûn derdikevin. Li hemû çalakiyên ku tên kirin li dijî Hamaney dirûşm tên berzkirin û gelek kes jî ji pace û banên malên xwe bi dirûşman piştgirî didin çalakvanan.    BANGA ÇALAKIYAN   Çalakiyên piştî ku Jîna Amînî ji aliyê "Polîsên exlaqê" ve hat qetilkirin, dest pê kirine koma anonîm a Ciwanên Taxên Tehranê ku çalakiyan birêxistin dike di 15’ê cotmehê de roja şemiyê li hemû welat banga çalakiyê kir.    LI HEMÛ EYALETAN ÇALAKÎ DIDOMIN   Çalakî li bajarê Karaj ê nêzî Tehranê dom dikin û di nava çalakvan û hêzên rejîmê pevçûnên dijwar derdikevin. Pevçûnên dijwar ên li bajarên Kirmanşah û Sanadajê jî dorpêça kolanan a hêzên rejîmê didome. Hat destnîşankirin ku di van pevçûnan de gelek çalakvanan jiyana xwe ji dest dane. Li gor vîdeoyên ku ji rêxistinên mafên mirovan hatine şandin tê xuyakirin ku li bajarê Jîna Amînî lê hatibû qetilkirin Seqizê û Banê de çalakvan ji bo ku pêşî li hêzên rejîmê bigirin kolanan dane ber agir.   JI CÎHANÊ ÇALAKIYÊN PIŞTGIRIYÊ   Çalakiyên piştgiriyê ji çar aliyê cîhanê jî li gel çalakiyên Îranê berdewam dikin. Roja şemiyê dê li bajarê Berlîna Elmanyayê û gelek welatan dê Mîtînga Piştevaniya Mezin a bi Îranê re dê bê lidarxistin. Tê payîn ku dê gelek kes tev li vê mitîngê bibin. Balkêş e ku di çalakiyan de ala beriya şoreşê dihat bikaranîn, tê bikaranîn.   QUTKIRINA ÎNTERNETÊ DOM DIKE   Li gelek bajarên Îranê înternet ji ber çalakiyan an bi temamî hate qutkirin an jî gelek hatiye hêdîkirin. CEO’yê SpaceX’ê Elon Musk anî ziman ku li ser uydiyên Starlînkê hin termînal ji bo înternetê hatine çalakkirin.    İHR: 28 ZAROK HATIN KUŞTIN   Li gor daneyên Navenda Mafên Mirovan a Îranê (ÎHR) di çalakiyên welêt de bi giştî gelek zarok hatine binçavkirin û lêpirsînkirin û 28 zarok jî ji aliyê rejîmê ve hatine qetilkirin. Berdevkê Komîsyona Perwerde û Lêkolînê yê Parlamentoya Îranê Reza Hajipour îdia kir hejmara kesên ku ji zanîngehê heya dibistanan tên binçavkirin pir kêm in û têkiliya wan a bi “hêzên dijmin ên derve” hatiye tespîtkirin. Hajipour di heftaya derbasbûyî de ragihandibû ku rêjeya navendî ya temenê kesên ku hatine binçavkirin 16 ye. Hajipour di daxuyaniya kirî de xwe derewand û destnîşan kir ku ew nikare derbarê rêjeya temenê kesên hatine binçavkirin de tiştekî bibêje.    REWŞA HOSSEIN RONAGHI GIRAN DIBE   Aktîvîst Hossein Ronaghi di serdagirtina malê de ji destê hêzên rejîmê xelas bûbû û roja paştir ji bo ku îfadeyê bide çûbû Gîrtîgeha Evînê. Ronaghi pêşiya girtîgehê bi derbkirinê hatibû binçavkirin û di vê derbkirinê de herdu piyên wî hatibûn şikandin. Rohangi bêyî ku bê tedawîkirin li girtîgehê tê ragirtin. Birayê Rohaghi Hassan Rohangi anî ziman ku Komara Îslamê hewl dide ku birayê wî bikujin.    ÎDIAYÊN BALKÊŞ ÊN WEZÎRÊ KARÊN NAVXWEYÎ   Wezîrê Karên Navxweyî Ahmet Vahîdî îdia kir ku çalakî ji aliyê rêxistinên siyonîst ve têne kirin û ji bo her avêtina molotofekê 5 hezar tumen tên dayîn. Vahîdî disa îdia kir ku kesên ku molotofan davêjin ji derve hatine perwerdekirin û fînansekirin. Li gor îdiayan serê her 15 deqeyan carekê 25-30 milyon tumen hewaleyî hesabên çalakvanan dibe. Vahîdî ji bo van îdiayên xwe piştrast bike tu delîl pêşkeş nekir.