Parlamentoya Iraqê ji bo hilbijartina serokkomariyê civiya 2022-10-13 15:06:42   NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentoya Iraqê ji bo hilbijartina serokkomariyê civiya. Beriya civînê, li dijî Herêma Kesk êriş hat kirin û di encamê de 10 kes birîndar bûn.    Parlamentoya Iraqê ji bo hilbijartina serokkomar civiya. Beriya civînê, li dijî Herêma Kesk ku bi ewlekariya bilind tê parastin, bi moşekên katyûşayê êriş hat kirin. Di êrişê de 9 rokêt hatin bikaranîn. Hat zanîn ku di encama êrişê de 10 kes birîndar bûn.    Ji bo serokkomariyê du namzet hene ku yek ji wan namzetê YNK’ê Dr. Berhem Salih û namzetê PDK’ê Latîf Reşîd e. Serokê Tifaqa Serdestiya Sunnî Hamîs Hançer û Serokê Koalîsyona Dewleta Qanûnan Nûrî El Malikî piştgiriyê didin Latîf Reşîd.