Dê li Iraqê danişîna fesixkirina parlamentoyê bê kirin 2022-08-27 16:04:57   NAVENDA NÛÇEYAN – Dadgeha Federal a Bilind a Iraqê dê di 30 tebaxê de dê danişîna fesixkirina Parlamentoya Iraqê pêk bîne.    Dadgeha Federal a Bilind a Iraqê dê di 30 tebaxê de dê ser doza Fesixkirina Parlamentoya Iraqê pêk bîne. Li gor agahiyên  nûçeya Rojnewsê Desteya Darazê ya Bilind a Iraqê biryara ku erka feskirina parlamentoyê nîn e daye û li ser vê yekê alîgirên Mûkteda es-Sadr çalakî li dar xistibûn.    Dadgeha Federal beriya niha danişîna heman daxwazê taloqî 30’ê tebaxê kiribû.    Geşta Serokwezîrê Iraqê Mûstafa el-Kazimî ya duyemîn bi navê “diyalogên netewî” ji ber şerta Sûnnî û KDP jî  di diyalogên Sadr de bên temsîlkirin hatibû  taloqkirin.