Erdogan û Putin bi telefonê hevdîtin kirin 2022-04-26 14:16:02   ENQERE - Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan bi rêya telefonê bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin re hevdîtin kir.    Serokkomarê AKP’yî yê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan derbarê rojeva şerê li Ûkraynayê de berdewam e li Serokê Dewletê yê Rûsyayê Vladimir Putin geriya û hevdîtin kirin. Hat diyarkirin ku di hevdîtinê de têkiliyên Tirkiyeyê û Rûsyayê hatine axaftin û her wiha li ser agirbesta bi Ûkraynayê re, korîdora mirovî û hevdîtina aliyan li Stenbolê pêk anîbûn hatiye axivîn.