Di muzakereyên Rûsya û Ûkraynaye de pêşketin çêbûn 2022-03-16 12:26:23 ENQERE - Serokdewletê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskî, derbarê muzakereyên di navbera wan û Rûsyayê de daxuyanî da û diyar kir ku hevdîtinan de pêşketin hene.    Bi şerê ku di navbera Rûsya û Ûkraynayê de berdewam dike re hevdîtinên di navbera wan de jî didomin. Serokdewletê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskî, li ser hesabê xwe yê facebookê dîmeneke xwe parve kir û derbarê muzakereyên di navbera wan û Rûsyayê de daxuyanî da. Zelenskî, di parvekirina xwe de diyar kir ku di hevdîtinan de pêşketin hene lê hê jî pêwîstî bi demê heye.    ŞER DIDOME   Li aliyê din şerê ku di navbera aliyan de didome li Ûkraynayê dibe sedema hilweşandineke mezin. Rayedarên Ûkraynayê, angaşt kirin ku li bajarê Zaporijyayê hezên Rûsyayê sivîl hedef girtine. Serokê Rêveberiya Leşkerî ya Herêmî ya Ûkraynayê Oleksandr Starûkh, li ser hesabê xwe yê Telegramê daxuyand ku Rûsyayê li bajar bi moşekan êrişî stasyona trênê û parqeke ji gel re vekirî kirine. Rayedarên herêmê, ragihandin ku 772 zarok jî di nav de 3 hezaran zêdetir sivîlan li bajarê bêndegehê bi cih kirine.    AGAHIYÊN NE PIŞTRASTKIRÎ   Li bajarê başûrê Ûkraynayê Odesayê jî nûçeyên ku hê nehatine piştrastkirin hatin parvekirin. Nûçegîhanê Rojnameya Economîstê Olîver Carroll, li ser hesabê xwe yê twîtterê ragihand ku ji Odessayê dengên giran û bilind bihîstiye. Caroll, destnîşan kir ku dibe ev deng ji ber bikaranîna pergala parastina hewayî bilind bûbe.    Di saetên serê sibehê de dengê teqînan li paytext Kîevê jî bilind bûn.