Şerê Rûsya-Ûkraynayê: Şer veguhêzî qada îktîsadî 2022-03-08 11:37:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Şerê ku Rûsyayê 13 roj berê li dijî Ûkraynayê dabû destpêkirin, veguhêzî qada îktîsadî. Welatên Ewropayê qedexe kiribûn ku êdî ji Rûsyayê neft neyê kirîn. Li hemberî vê hewldanê, Rûsyayê bersiv da û got ku dê xaza xwezayî bibire. Heta niha zêdetirî milyonek kes ji Ûkraynayê koçber bû û ji bo 5 bajaran jî biryara agirbesta demkî hate ragihandin.    Şerê ku Rûsyayê 13 roj berê li dijî Ûkraynayê dabû destpêkirin, veguhêzî qada îktîsadî. Welatên ewropî biryar dan ku êdî tu dewletek nefta Rûsyayê nekirin. Li ser vê biryara qedexekirinê jî Rûsyayê bertek nîşan da û da zanîn ku dê xaza xwezayî li ser welatên ewropî bibirin. Di encama şerê heta niha de zêdetirî milyonek kes koçber bûn, bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kes jî birîndar bûn. Li ser vê yekê jî li 5 bajarên Ûkraynayê biryara agirbestê hate ragihandin. Hat ragihandin ku di hevdîtinên sêyemîn de hinek pêşketin çêbûne.    Geşedanên rojane yên şerê Rûsya-Ûkraynayê wiha ne:    15.31 ÇÎNÊ JI BO HEVDÎTINÊN AŞTIYÊ BANG KIR Serokê Çînê Şi Jinping ji bo aştiyê bang li Rûsya û Ûkraynayê kir. 14.52 STOLTENBERG: DIBE KU REWŞ JI KONTROLÊ DERKEVE Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg diyar kir ku êrişa Serokê Dewletê yê Rûsyayê Vladimir Putîn di hêla mirovî de bi xwe re encamên rûxîner tîne. Stoltenberg, da zanîn ku dibe rewş ji kontrolê derkeve û wiha got: “Berpirsyariye me ew e ku em nehêlin pevçûnên heyî li derveyî Ûkraynayê berbelav bibin.” 12.57 NY: 2 MILYON KES KOÇBER BÛ Neteweyên Yekbûyî (NY) da zanîn ku heta niha ji Ûkraynayê 2 milyon kes ji Ûkraynayê ber bi welatên cîran ve koçber bûne.  12.25 ’12 HEZAR LEŞKERÊN RÛS HATIN KUŞTIN’ Serfermandariya Giştî ya Ûkraynayê diyar kir ku ji 24’ê Sibatê heta 7’ê adarê zêdetirî 12 hezar leşkerên Rûsyayê jiyana xwe ji dest dane. 11.45 ZELENSKÎ: EM DIKARIN JI BO KIRIM Û DOBASÊ LIHEV BIKIN Serokê Dewletê yê Ûkraynayê Volodimir Zelenskî li ser pirseke derheqê naskirina Kirim û Donbasê de got ku ev mijar dikare were nîqaşkirin û ev tişt anî ziman: “Em dikarin li hev bikin bê ka mirovên li wê derê dikarin çawa bijîn.” 11.17 MACRON: HETA MOSKOV NEBE, AŞTÎ NEPÊKANE Serokwezîrê Fransayê Emmanuel Macron diyar kir ku hewceye di mijara Ûkraynayê de hemû kes rêzê nîşanî dewleta Rûsyayê û xelkê wê bide û wiha got: “Ji ber ku heta Moskov tev li nebe, tu hewldanên ji bo aştiyê dê demdirêj nebin.”  10.16 INGILISTANÊ DEMILDEST DAXUYANÎ DA    Serokê Parastinê yê Ingilistanê Ben Wallace diyar kir ku heke Polonya biryar bide ku balafirên şer bide Ûkraynayê, dê piştgiriyê bidin vê biryarê.    10.13: HEMÛ KES LI BENDA VEKIRINA KORÎDORA ÎNSANÎ YE   Bi vekirina korîdora mirovî ya li bajarê Sumy re dê xelkê bajêr îro saet di 11.00’an de li TSÎ’yê bi otobûsan bên veguhestin.    10.05: MILYONEK Û 200 HEZAR KES KOÇÎ POLONYAYÊ BÛ    Parastvanên sînorê Polonyayê da zanîn ku ji 24’ê sibatê heta niha ji Ûkraynayê zêdetirî milyonek û 200 hezar kes derbasî Plonyayê bûne.    10.04: BIHAYÊ NÎKELÊ JI SEDÎ SED ZÊDE BÛN   Welatên rojavayî ku sepanên sizayî li ser Rûsyayê giran dikin, di vê çarçoveyê de bihayê nîkelê ji sedî sed zêdetir bûn.    02.30: ZELENSKİY: EZ LI KÎEVÊ ME   Serokê Dewleta Ûkraynayê Vladimir Zelenskiy li ofîsa xwe ya serokatiyê bangî gel kir. Zelenskiy, da zanîn ku ew li Kîevê dimîne û ev tişt anî ziman: “Ez xwe naveşêrim û ji kesekî jî natirsim. Me digot roja duşemê rojekî zehmete. Di halê hazir de li welatê me şer heye û ji bo me her roj roja duşemê ye. Em êdî hîn bûn ku her roj û şev bi vî rengî bin. Em di roja 12’an a têkoşîn û parastina xwe de ne.”   02.00: ÛKRAYNA: BILA PUTÎN Û ZELENSKİY HEVDÎTINÊN RASTE RAST BIKIN   Wezîrê Karên Hundir ê Ûkraynayê Dmitro Kuleba têkildarî şerê di navbera wan û Rûsyayê axivî û da zanîn ku ew dixwazin Serokê Dewleta Ûkraynayê û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn hevdîtinên raste rast bikin.    00.45:  PUTÎN: LEŞKERÊN LI ÛKRAYNAYÊ, LEŞKERÊN PROFESYONEL IN    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn da zanîn ku kesên leşkeriya mecbûrî dikin beşdarî şerê li Ûkraynayê nebûne û dê nebin jî. Li gorî nûçeya Sputnik Turkiyeyê, Putîn têkildarî mijarê wiha got: “Em ê ji rezerva cîhgir, leşkerên cîhgir negirin leşkeriyê. Tenê leşkerên profesyonel li Ûkraynayê li ser peywira xwe ne. Dê ew aştiyê pêk bînin.”    00.20:  'AMBARGO DANÎN SER XAZÊ’    Alîkarê Serokwezîrê Rûsyayê Aleksandr Novak da zanîn ku ji ber tawanbariyên li Rûsyayê tên kirin, dibe ku têkildarî Kuzey Akim 1’ê de gavên nû biavêjin. Novak, diyar kir ku li dijî van tawanan dibe ku xazê bibirin û wiha dom kir: “Ji bo birîna xaza Kuzey Akim 1’ê em xwedî her mafekî ne. Lê heta niha jî me gavekî wiha neavêtiye. Dê tu xêra vê negihije kesekî. Lê belê siyasetmedarên ewropî bi daxuyaniyên xwe me neçarî vê biryarê dikin.”    Hêjayî bibîrxistinê ye ku Rûsya her sal li ser xeta Kuzey Akim 1’ê ji Almanyayê re 55 milyar mîtrokûp xaza xwezayî dişîne.    23.40: LI 5 BAJARAN AGIRBESTA DEMKΠ   Rûsyayê ji bo veguhestina sivîlan, li bajarên Kîev, Harkîv, Çernîgîv, Sumî û Marîuupolê agirbesta demkî ragihand. Li gorî vê, dê agirbest li gorî saeta Moskovê di 10.00’an de dest pê bike.