Şerê Ûkrayna û Rusyayê: Zelenskî daxwaza balefirên şer kir 2022-03-06 12:26:45     NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî çapemeniya Amerîkayê, Amerîka hewl dide ku balefirên şer ên di destê welatên rojhilatê Ewropayê de ku ji aliyê Rûsyayê ve hatine çêkirin ji Ûkraynayê re bên şandin.    Şerê di navbera Rûsya û Ûkraynayê de berdewam dike. Ji aliyekê ve hevdîtinên di navbera aliyan de didomin ji aliyekê ve jî hem pêşveçûna Rûsyayê hem jî piştgiriya çekan a welatên rojavayî ya ji bo Ûkraynayê didomin. Şer 11 roj li pey xwe hişt. Di şer de bi hezaran leşker, sivîl, jin û zarokan jiyana xwe ji dest da. Ji milyonek zêdetir kes jî ji cih û warên xwe koçber bûn. Wê sibê tûra 3'yemîn a hevdîtina ya di navbera aliyan de berdewam bike.    Geşedanên şer kêlî bi kêlî wiha ne:    11.40 DANEKIRINÊN DANÎ SER BELARÊSÊ    Wezareta Karên Derve ya Koreya Başûr, ragihand ku ji ber piştgiriya wê ya Rûsyayê dê danekirinan deyne ser Belarûsê. Beriya niha Koreya Başûr ji bo Rûsyayê jî heman biryar girtibû.    11.35 DSO ÊRIŞA LI DIJÎ SAZIYÊN TENDURISTIYÊ PIŞTRAST KIR    Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (DSO) Tedros Adhanom Ghebreyesus, li ser hesabê xwe yê twîtterê ragihand ku li Ûkraynayê li dijî saziyên ku xizmetên tenduristiyê didin êriş pêk hatine û mirî û birîndar çêbûne. Ghebreyesus, destnîşan kir ku êrişa li dijî xebatkarên tenduristiyê binpêkirina hiqûqa mirovî ya navneteweyî ye.   10.40 RAPORA DERBARÊ ÊRIŞA RÛSYAYÊ YA LI DIJÎ SIVîLAN    Îstixbarata Leşkerî ya Îngilistanê, bi raporekê ragihand ku hêzên rûs li dijî herêmên sivîl ên Ûkraynayê êrişan pêk tînin û berxwedana Ûkraynayê pêşî li pêşveçûna Rûsyayê digire.    10.35 HEVDÎTIN SIBÊ NE    Serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya milê jêr a Parlamentoya Rûsyayê ya Dûmayê Leonîd Slûtskî, di bernameya bi navê Solovyov Live a Youtubê de aşkera kir ku wê tûra sêyemîn a hevdîtin di demek nêz de pêk bê û ev  tişt got: "Em difikirin ku roja duşemê yanî di 7'ê mehê de pêk bên."   Slûtskî, di delegasyona Rûsyayê ya hevdîtinên bi Ûkraynayê re de cih digire.    08.35 QORÎDORA ALÎKARIYA MIROVÎ   Serokê Partiya Xizmetkarê Gel a Ûkraynayê Davîd Arakhamîa ku di hikumetê de cih digire, diyar kir ku dibe îro qorîdora alîkariya mirovî vebibe.    08.26 HEYETA AMERÎKÎ ÇÛ VENEZÛELAYÊ    Heyeteke amerîkî çû serdana yek ji hevalbendên herî nêz ên Rûsyayê Venezûelayê. Wê heyet bi kesên ji Hikûmeta Nîcolas Madûro re hevdîtinan bike. Li gorî nûçeya The New York Timesê, nayê zanîn ku wê ev hevdîtin di navbera kê de pêk bên û piştî salên dirêj cara yekemîn di asteke bilind de wê di navbera Amerîka û Venezûelayê de hevdîtin bên kirin. Di biryara pêşnûmeya şermezarkirina Rûsyayê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de welatên Amerîkaya Latîn Venezûela, Nîkaragûa û Kubayê dengê bêlayen bi kar anîbûn.    08.02 ZELENSKÎ BALEFIRÊN ŞER XWEST    Serokdewletê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskî, bi endamên Kongreya Amerîkayê re bi rêya vîdeo konferansê hevdîtin pêk anî. Li gorî nûçeya ku Wall Street Journal (WSJ) derbas kiriye, Zelenskî gotiye ku pêwistiya wan bi awayekî lezgîn balefirên şer heye. Li gorî nûçeyê, li ser vê daxwaza Zelenskî rêveberiya Amerîkayê ketiya nav hewldanan û ji bo ku ji Ûkrayna û Polonyayê re balefirên şer peyda bike dest bi hevdîtinan kiriye.    07.40 WÊ WELATÊN NE DOSTÊN RÛSYAYÊ BÊN DIYARKIRIN    Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, biryarnameya ku ji bo deynê şîrketên welatên ne dostên Rûsyayê bi rûble bên razandin îmze kir. Li gorî biryarê, wê di nav du rojan de hikûmet welatên ne dostên Rûsyayê diyar bike.    07.20 BÎDEN Û ZELENSKÎ HEVDÎTIN KIRIN    Serokê Amerîkayê Joe Bîden û Serokdewletê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskî, bi qasî nîv saetî li ser telefonê hevdîtin pêk anîn. Bîden, ji Zelenskî re ragihand ku wê piştgiriya ewlehî, mirovî û aborî ya Amerîkayê ya ji bo Ûkraynayê bê zêdekirin.    04.45 ŞÎRKETÊN QERTÊN QREDIYAN JÎ DANEKIRIN DANÎN SER RÛSYAYÊ    Şîrketên peşeng ên qertên qrediyanVisa ve Mastercard, xebatên xwe yên li Rûsyayê rawestandin.    Mastercard, diyar kir ku wê êdî qertên ku ji aliyê banqên rûs ve bên dayîn wê ji aliyê wan ve neyên piştgirîkirin û qertên ku li derveyî Rûsyayê bên dayîn  jî wê li Rûsyayê nederbasdar bin. Platforma razandina înternetê PayPal î serwîsên xwe yên li Rûsyayê da girtin.