Muzakereya Rûsya û Ûkraynayê taloqî hevdîtina sêyemîn bû 2022-03-04 10:22:57 NAVENDA NÛÇEYAN - Rûsya û Ûkraynayê duh bi şev hevdîtina duyemîn a muzakereyê kirin. Aliyan di hevdîtinê de li ser dewamkirina muzakereyan li hev kir. Hat ragihandin ku şewata li Santrala Nukleer a Zaporizhzhya heta serê sibê dom kir û pişt re hat vemirandin.  Şerê di navbera Rûsya û Ûkraynayê di roja 9’emîn de ye û pêşveçûna artêşa Rûs didome. Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin destnîşan kir ku dê operasyon nesekine. Duh êvarê di navbera her du welatan de li ser sînroê Belarûsê tûra duyemîn a hevdîtina muzekereyê pêk hat. Di muzakereyê de ji bo tahliyekirina sivîlan bi awayek demkî agirbest hat ragihandin. Her du aliyan ji bo tûra sêyemîn a hevdîtinê li hev kirin.    Geşedanên derbarê şerê Rûsya û Ûkraynayê kêlî bi kêlî wiha ne:   15.28 SEKRETERÊ NATOYÊ: EM BI RÛSYAYÊ RE ŞER NAXWAZIN    Sekreterê Giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg, di civîna Wezîrên Karên Derve yên NATO'yê ku li Brukselê tê lidarxistin de axivî. Stoltenberg, diyar kir ku Rûsya xesar dide ewlehiya Ewropayê û wiha got: "Rûsya, li Ewropayê ket şerekî ku ji Şerê Duyemîn ê Dinyayê ve nehatiye dîtin. Bi rêya hêzê asayîbûneke nû ku têde şertên bingehîn tên nîqaşkirin hatin avakirin. Gefa şer ku li her derê belav bûye rastiyek e. Em li gelê Ûkraynayê û hikûmeta ku bi awayekî demokratîk hatiye hilbijartinin." Stoltenberg, bangî Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn kir û ev tişt jê re got: "Em bang li Pûtîn dikin ku şer bi dawî bike û hemû hezên xwe ji Ûkraynayê vekişîne. Bi niyeta xwe ya baş tevlî hewldanên dîplomatîk bibin. NATO tifaqeke parastinê ye. Em bi Rûsyayê re şer naxwazin. Lê em bi awayekî hêz girêdayî xala 5'emîn a Peymana Washingtonê ne. Wê NATO, her dera xaka xwe biparêze."   15.17 KREMLÎN: MUZAKERE WÊ GIRÊDAYÎ BERSIVA KÎEVÊ BIN   Berdevkê Kremlînê Dmîtrî Peskov, ji rojnamegeran re derbarê muzakereyên ku li Belarûsê di navbera Ûkrayna û Belarûsê de tên kirin de axivî. Peskov, diyar kir ku ji muzakereyan hê encamek nehatiye girtin û ev daxuyanî da: "Me ji Ûkraynayê re got ku wê çareserî çawa pêk bê. Wê ji niha şûn ve muzakere li gorî bersiva Kîevê bin."   14.14 JI PÛTÎN JI BO DINYAYÊ: BI RÛSYAYÊ RE TÊKILIYÊN XWE ASAYÎ BIKIN   Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, bang li welatan kir ku têkiliyên xwe yên bi wan re asayî bikin û ev tişt got: "Li dijî cîranan niyeteke me ya ne baş nîne. Wê Rûsya berpirsyariyên xwe yên aborî yên li dijî welatên din bi cih bîne."   13.52 NY KOMÎSYON AVA BIKE    Konseya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY), pêşniyaza derbarê avakirina komîsyona lêpirsîna serbixwe ya derbarê binpêkirinên mafên ên li Ûkraynayê û şermezarkirina Rûsyayê qebûl kir.    13.22 SCHOLZ: NATO DÊ DI WARÊ LEŞKERÎ DE DAXIL NEBE    Serokwezîrê Elmanya Scholz da zanîn ku NATO dê di warê leşkerî de daxilî şerê li Ûkraynayê nebe.    13.00 LEŞKERÊN RÛS KETIN BAJARÊ MIKOLAYIVÊ     Serokê Şaredariya Mikolayivê Oleksandr Senkevich daxuyand ku leşkerên rûs ketine bajarê wan.    12.50 LUKAŞENKO:  ARTÊŞA BELARÛSÊ TEVLI OPERASYONÊ NABE    Serokê Dewletê yê Belarûsê Aleksander Lukaşenko daxuyand ku îro li gel Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin bi rêya telefonê hevdîtinek “dirêj” kiriye. Lukaşenko diyar kir ku artêşa Belarûsê wê tevli operasyona leşkerî ya Rûsyayê nebe û dê nebe jî.   12.30 YE: QEDEXE BINPÊKIRINA AZADIYA ÇAPEMENIYÊ YE    Rûsyayê weşanên welatên Ewropayê qedexe kiribû. Yekîtiya Ewropayê (YE) li ser vê biryara qedexekirina weşanan daxuyanî da û biryara qedexekirina weşanan şermezar kir û got: “Ev binpêkirina azadiya çapemeniyê ye.”    12.00 RÛSYA: SANTRALA NUKLEER DI KONTROLA ME DE YE    Wezareta Parastinê ya Rûsyayê daxuyanî da û piştrast kir ku wan Santrala Nukleer a Zaporijya ku santrala Ewropayê ya herî mezin e û li Ûkraynayê ye xistine bin kontrola xwe. Di daxuyaniyê de hat gotin santral bi awayek asayî dixebite.    11.40 GAZPROM: SEWQIYATA GAZÊ BO EWROPA DIDOME    Şîrketa enerjiyê ya herî mezin a Rûsyayê Gazprom daxuyand ku sewqiyata gaza xwezayî bi ser Ûkraynayê re ji bo Ewropa tê dabînkirin.    11.35 BLINKEN: NATO TIFAQA PARASTINÊ YE    Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Blinken da zanîn ku NATO tifaqek parastinê ye û got: “Heke berê şer bikeve me, em amade ne.”    10.05 NATO LI BRUKSELÊ DICIVE    Wezîrên Karên Derve yên NATO’yê îro li paytexta Belçîkayê Brukselê bi awayek awarte li hev dicivin. Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî ji bo civînê çû Brukselê. Reutersê ji biryargeha NATO’yê ya li Brukselê dîmen belav kir.    09.54 RÛSYAYÊ WEŞANÊN WELATÊN ROJAVA ASTENG KIR    Saziya Kontrolê ya Medya Rûs ragihandina weşanên serwîsa rûsî ya BBC’iyê, Deutsche Welle ya navenda wê li Elmanyayê ye, Radio Liberty a Amerîkayê u navenda wê li Pragê ye û rojnameya Meduza ku bi îngîlîzî û rûsî online weşanê dike asteng kir. Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê gotibû, “BBC li Rûsyayê weşanek ku peşkê li rewşa siyasî û ewlehiya Rûsyayê dixe dike.”    09.43 'LEŞKERÊN RÛS DEST DANÎN SER SANTRALÊ’   Li gorî nûçeya Reutersê, hêzên leşkerî yên Rûsyayê Santrala Nukleerî ya Zaporizyayê ya Ukraynayê bi dest xistin.   09.40 ÇÎNÊ CEZA DANÎ SER RÛSYAYÊ    Banka Razemeniya Binesaziya Asyayê (AIIB) ya ku dewleta Çînê piştgiriya wê dike, diyar kir ku ew ê faliyetên xwe yên li hemberî Rûsya û Belarûsê rawestînin. AIIB’ê ya ku navenda wê li Pekînê ye duh daxuyanî dabû û gotibû: "Ji bo parastina berjewendiyên bankê, rêveberiyê biryar da ku faliyetên xwe yên li Rûsya û Belarûsê rawestîne û lêkolîn bike.”    08.30 WHO: DIBE KU KARESETA MIROVAHÎ PÊK WERE    Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) bi bîr xist ku di nava hefteyekê de milyonek kes Ûkraynayê terikandine û diyar kir ku penaberên ku dê di rojên pêş de welatê xwe terk bikin, dibe ku komên ku ji nexweşiyan metirsîdartir in û di warê aborî de zehm   7:29 ŞERÊ LI DERDORA SANTRALA NUKLEER SEKINΠ   Piştî şewata li Santrala Nukleer a Zaporizhzhya Ûkraynayê, Şaredarê Energodarê Dmitro Orlov got li herêmê şer bi dawî bûye. Rayedarên Ûkraynayê daxuyandibûn ku ji ber şer di tesîsa nukleerê de li sê qatên wê şewat derketiye.    6:02 JOHNSON: PUTÎN GEF LI EWLEHIYA EWROPAYÊ DIXWE    Serokwezîrê Îngîlistanê Boris Johnson got: “Çalakiyên bêtirs ên Serokê Rûsyayê Putin li tevahiya Ewropayê dibe sedema gefxwarina ewlehiyê.” Johnson li Serokê Dewleta Ûkraynayê Volodimir Zelenskiy geriya û jê re diyar kir ku şewata li santrala nukleer fikarê dide û xwest Rûsya êrişên xwe yên li derdora santralê rawestîne.    5:50 EWLEHIYA SANTRALA NUKLEERÊ HAT KONTROLKIRIN    Ûkraynayê ragihand ku wan şewata li santrala Nukleer a Zaporizhia ya duh bi şev derketiye, kontrol kiriye. Hat zanîn ku santral dixebite.    4:50 EREBISTANA SIÛDÎ TEKLÎFA NAVBEYNKARIYÊ KIR   Prensê Velîaht ê Erebistana Siûdî Muhammed bin Selman, bi lîderên Rûsya û Ûkraynayê re pêwendî danî û got ew amade ne ku bibin navbeynkarê her du aliyan. Her du lîderan jî ji Selman re got ew çareseriya siyasî destek dikin.    4:30 AMERÎKA PÊWENDIYEK XETA TAYBET BI RÛSYAYÊ RE DANΠ   Wezareta Parastinê ya Amerîkayê daxuyand ku ji bo ew “bikevin pêşiya hesabên şaş, alozî û bûyerên leşkerî” bi Wezareta Parastinê ya Rûsyayê re li ser telefonê pêwindiyek taybet daniye.