Li Ûkraynayê 2 hezar xwendekar asê man 2022-02-24 16:15:55 RIHA - Bi destpêkirina operasyona leşkerî ya Rûsyayê re li Ûkraynayê 2 hezar xwendekarên ji Tirkiyeyê asê man. Xwendekar, li benda tehliyekirinê ne.  Zêdetirî 2 hezar xwendekarên ji Tirkiyeyê, bi destpêkirina operasyona leşkerî ya Rûsyayê re li Ûkraynayê asê man. Hat zanîn ku xwendekar dixwazin ji Ûkraynayê derkevin lê nikarin. Li gorî agahiyan, xwendekaran 20-25 roj berê ji bo tehliyekirinê serî li Konsolosxaneya Tirkiyeyê ya Ûkraynayê dabûn lê ev daxwaza wan nehat pêşwazîkirin. Xwendekarekî ku li herêma Harkov a Ûkraynayê dimîne, xwe gihand ajansa me û da zanîn ku xetere li ser jiyana wan heye. Xwendekarekî ku nexwest navê xwe aşkera bike jî da zanîn ku li bajarekî 30 km’yan nêzî sînorê Donbassê dimîne û serê sibehê bi dengê teqînan hişyar bûne. Xwendekarî got ku piştî teqînan, li Konsolosxaneya Tirkiyeyê ya li Ûkraynayê geriya ne lê ji wan re wiha hatiye gotin: “Tiştek ji destê me nayê. Li benda vegerê bin.”    ‘EM NIKARIN JI WELÊT DERKEVIN’   Xwendekarî da zanîn ku ji 2 hezar xwendekarên li Ûkraynayê zêdetirî hezar jê ji Rihayê ne û ev agahî dan: “Em li bendê bûn ku Tirkiye ji meha sibatê ve banga terikandina welêt bike. 20-25 roj berê jî me bi Konsolosxaneya Tirkiyeyê re hevdîtin kir. Ji me re gotin; ‘nivîseke wisa ji me re nehatiye. Em ne xwedî dayîna biryareke wiha ne. Yên dixwazin dikarin vegerin.’ Ji ber ku xetere li ser hevkêşiya me çêdibû, me nedikariya vegerin welêt. Ji ber ku Tirkiye ji bo vê hevkêşiyê rojan dixwaze. Diviya em vegeriyan welêt lê Tirkiyeyê têkildarî mijarê tu giştîname parve nekirin. Me jî nedixwest xwe biavêjin xetereyê. Lê niha em bixwazin jî nikarin vegerin. Hemû balafirgehên welêt hatine bombebarankirin. Tevahiya welêt ji hêla leşkerên Rûsyayê ve hatiye dorpêçkirin û em nikarin derkevin.”    ‘EM LI BENDA TEHLIYEKIRINÊ NE’   Xwendekarî destnîşan kir ku xwendekarên Tirkiyeyê ji bo haya wan ji hev hebe, komeke Whatsappê ava kirine û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em nikarin biçin firoşgehê. Erzaqê me jî nemaye. Hat ragihandin ku dê ceryan û înterneta bajarê me bê qutkirin. Daxwaza me ew e ku di zûtirin dem de bên tehliyekirin.”      MA / Emrûllah Acar