YE, derbarê welatî û saziyên rûs de biryara mueyîdeyê girt 2022-02-22 23:35:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnerê Bilind ê Têkilîyên Derve û Polîtîkayên Ewlehîyê yê YE'yê Josep Borrell, daxuyand ku derbarê 27 welatiyên rûs û saziyên rûs de biryara mueyîdeyê girtine.    Hat daxuyandin ku Yekîtiya Ewropayê (YE), ji bo mueyîdeyên derbarê Rûsyayê de ku serxwebûna du komarên veqetînxwaz ên li rojhilatê Ûkraynayê esas girtibû, li hev kiriye.   Nûnerê Bilind ê Têkilîyên Derve û Polîtîkayên Ewlehîyê yê YE'yê Josep Borrell, ragihand ku derbarê 27 welatiyên Rûs û saziyên rûs da biryara mueyîdeyê girtine.    Borrell, di civîna wezîrên karên derve yên endamên YE'yê de axivî. Borrell got: "Nexasim ji bo Ewropayê, em li devereke talûke ne. Dê binpêkirinên Rûsyayê bê bersiv nemînin."