Biden gefa Ûkraynayê li Pûtîn xwar 2022-01-26 12:00:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Amerîkayê Joe Biden, diyar kir ku heke Ûkrayna bê dagirkirin wê rast e rast danekirinan deyne ser Serokdewletê Rûsyayê Vlademîr Pûtîn.    Serokê Amerîkayê Joe Biden, li Qesra Spî civîneke çapemeniyê li dar xist û derbarê hewldanên dagirkirina Ûkraynayê ya Rûsyayê de daxuyanî dan. Biden, ketina Rûsyayê ya Ûkraynayê ku 100 hezar leşker li ser sînor bi cih kiriye weke "Ji Duyemîn Şerê Cîhanê ve dagirkirina herî mezin" nirxand û got ku di rewşeke wiha de wê rast e rast danekirinan li ser Serokdewletê Rûsyayê Vlademîr Pûtîn pêk bîne.