Serokkomarê Ermenistanê Sarkisyan îstîfa kir 2022-01-23 21:46:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomarê Ermenistanê Armen Sarkisyan, ragihand ku îstîfa kiriye.    Serokkomarê Ermenistanê Armen Sarkisyan, bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li welatê wî gelek pirsgirêkên siyasî hene û ji bo mudaxaleyî van pirgirêkan bike nexwedî amûrên pêwîst e. Sarkisyan, da zanîn ku ne xwedî wê hêza Destûra Bingehîn e ku bikaribe pirsgirêkên navxweyî û derveyî welat çareser bike û hin derdoran wî û malbata wî hedef girtine.    Sarkisyan, destnîşan kir ku ev pirsgirêk bandoreke neyînî li tenduristiya wî dikin û ev agahî dan: "Demeke dirêj fikirîm û piştî 4 salên serokkomariya xwe biryar da ku ji peywira xwe îstifa bikim. Ev biryar ne biryareke hestiyarî ye, di çarçoveya hişekî ve hatiye girtin."    Sarkisyan, di sala 2018'an de hatibû hilbijartin û dema wî ya serokkomariyê di sala 2025'an de bi dawî dibû.