Tirkiyeyê lêpirsîna lêkolînkirina sûcê şer a Holandayê ya li Sûriyeyê asteng kir 2021-11-05 11:20:36   NAVENDA NÛÇEYAN - Komîsyona ku hikumeta Holandayê ji bo lêkolînkirina “Piştevaniya rêxistinên li Sûriyeyê sûcê şer kirine” ava kir, xwest bi rêveberên rêxistinên li Tirkiyeyê dijîn re hevdîtinê bikin lê Tirkiyeyê asteng kir.    Yek ji rojnameyên girîng a Hollandayê NRC Handelsblad, ji bo lêpirsîna hikûmeta Hollandayê ya “Piştevaniya rêxistinên li Sûriyeyê sûcê şer kirine” komîsyonek ava kir û hevdîtina wê ya bi rêveberên rêxistinên li Tirkiyeyê dijîn re ji aliyê Enqereyê ve hat astengkirin. Li gorî nûçeya rojnameyê, komîsyonê “bi daxwaza agahiyên berfireh ên li ser naveroka hevdîtinên Tirkiyeyê yên bi rêveberên rêxistinan re” xebatên xwe sekinandiye. Li gorî nûçeya Yûsûf Ozkan a BBC Tirkiyê, hikumeta Holandayê bi “hêceta wê bandorê li lêpirsîna tê kirin bike” daxwaza Tirkiyeyê red kir.    Hikûmeta Holandayê di navbera salên 2015 û 2018’an de 25 milyon euro pere, erzaq û perwerde da 22 rêxistinên bi navê ‘mûxalefeta nerm’ ên li dijî desthilatdariya Beşar Esad li Sûriyeyê şer dikin.    Lê derket holê ku alîkariya ku di bin navê bernameya “Non-Lethal Assistance (NLA)” de hatiye kirin, rêxistinên ku tê gotin sûcên şer jî di nav de tevlî gelek binpêkirinan bûne, sûd wergirtine. Di nava van de Tûgayên Sûltan Mûrad, Ehrar el-Şam û herî kêm 3 rêxistinên girêdayî wê hatine tespîtkirin. Piştre Meclîsa Nûneran a Hollandayê biryar da ku tevî dijberiya Serokwezîr Mark Rûtte jî komîsyoneke serbixwe ya lêpirsînê ya rêxistinên destekê didin wan bê avakirin. Rutte îdîa kiribû ku lêpirsîneke bi vî rengî wê ‘neaqilane’ be û got: “Têkiliyên bi welatên hevalbend re wê xera bibin.”   HOLANDAYÊ HEVDÎTIN BETAL KIRIN   Komîsyona lêpirsînê ya bi serokatiya Tumgeneral Patrîck Cammaert, piştî meşandina xebatên berfireh ên qada li Tirkiyeyê û bakurê Sûriyeyê, plan kir ku rapora xwe heta Cotmeha 2022’yan biqedîne. Lê li gorî rojnameya NRC Handelsblad, komîsyonê ji ber  helwesta Tirkiyeyê karê xwe sekinandiye.    Li gorî NRC Handelsblad, rêxistinên Sûriyeyî yên alîkariya xwe ji Hollanda werdigirin, niha di çarçoveya “hevalbendiya komên dijberên rejîmê yên Sûriye ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine perwerdekirin” de cih digirin. Serkêş û endamên van rêxistinan bi gelemperî li Tirkiyeyê dijîn û li herêmên Sûriyeyê ku bi awayekî fîîlî di bin kontrola artêşa tirk de ne, tevdigerin.    Komîsyona Lêkolînê ya Meclîsa Nûneran a Hollandayê ji ber vê yekê daxwaza alîkariyê ji rayedarên tirk kir. Lê belê Enqereyê ji bo alîkariyê çend şert danîn pêşiya wan. Rayedarên tirk diyar kirin ku ew dixwazin ji berê ve zanibin ku komîsyon wê bi kê re biaxive û kîjan pirsan ji rêveberên rêxistinan were pirsîn. Enqereyê xwest ku naveroka danûstandinan bi rayedarên tirk re jî were parvekirin.    Endamên komîsyonê biryar dan ku danûstandinên bi rêverên rêxistinên Sûriyeyî yên di bin kontrola Tirkîyê de betal bikin û got ev daxwaz dê serxwebûna lêpirsînê têk bibe.    ‘LÊPIRSÎNÊ EM MATMAYÎ HIŞTIN’   Çavkaniyên Wezareta Karên Derve ya Tirk direvin ku li ser daxwaza destwerdana li danûstandinan şîroveyê bikin. Dîplomatekî tirk ji NRC Handelsblad re axivî û diyar kir ku lêpirsîna Hollandayê daye destpêkirin Enqere matmayî hiştiye û wiha got: “Hollandayê tenê hefteyek beriya serdanê agahî da me. Piştre me pirsên xwe yên li ser vê serdanê ragihandin, niha em li benda bersivên Holandayê ne.”