Hêzên ewlekariya Îranê mudaxileyî çalakiya li ber Girtîgeha Evînê kirin 2018-02-15 12:50:09 NAVENDA NÛÇEYAN - Malbatên girtiyên siyasî ji bo Atena Daîmî û Gulrux Îbrahîm Îrayî yên ji Girtîgeha Evînê sîrgûnî Girtîgeha Rey hatin kirin çalaki pêk anîn rastî mudalixeyê hêzên leşkerî hatin. Çalakiya greva birçîbê ya aktivîsta siyasî û wênesaz Atena Daîmî û Gulrux îbrahîm Îrayî ku di 3’ê Sibatê de dest pê kirin berdewam dike. Her du girtiyan di 10’ê Sibatê de greva xwe ya birçîbûnê veguherandin roja mirinê û ji wê rojê heya niha tenê avê vedixwin. Du jinên girtî di 24’ê Çileyê de ji Girtîgeha Evînê, sîrgûnê Girtîgeha Karcax a li bajarê Rey a dikeve rojhilatê Tahranê hatibûn kirin û ji bo şermezarkirin tundiya li wan hat kirin dest bi greva birçîbûnê kirin. Gulrux Îrayî di şeva 13’ê Sibatê de rewşa wê ne baş bûbû û li se hişê xwe çûbû.   Çalakiyên malbatên girtiyên siyasî ji bo dengên zarokên xwe bidin bihîstin berdewam dikin. Li gorî nûçeya li ser sîteya înterneta Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan a Îranê; "Serê vê sibê xizmên girtiyên siyasî ku dinavê de malbata Atena Daîmî jî heyî, xestin li ber Girtîgeha Evînê daxuyanî bidin. Lê hêzên ewlekariyê yê Îranê destûr nedan malbat nêzî girtîgehê bibin û xest belav bibin. Li ser israra malbatan hêzên ewlekariyê mudaxile kir, dayîk û xwişka Atena Daîmî binçav kirin."    Rêxistina Efo ya Navneteweyî berî çand rojan ji bo Atena Daîmî û Gulrux îbrahîm Îrayî banga çalakiyên lezgîn li raya giştî kiribû.