Tillerson: Operasyona Efrînê têkoşîna li dijî DAIŞ'ê lawaz kir 2018-02-13 18:39:01     NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karên Derve yê DYA Rex Tillerson beriya Tirkiye ziyaret bike li Kuveytê axivî û fikara xwe ya li Bakurê Sûriye pêş dikeve anî ziman. Tillerson diyar kir ku operasyona Tirkiye ya li ser Efrînê bandora têkoşîna li dijî DAIŞ'ê kêm kiriye.    Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), di civîna li Kuveytê ya têkildarî têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de pêk anî der barê operasyona li Efrînê de fikarên xwe anîn ziman. Li gorî nûçeya BBC Tirkî Tîllerson, têkildarî êrîşa TSK'ê ya di 20’ê Çileyê ya li dijî Efrînê daye destpêkirin axivî û wihagot: “Her çend operasyona mezin a li dijî DAIŞ'ê bi dawî bûbe jî nayê wê qateyê ku DYA û mutefîkên wê li dijî DAIŞ'ê bi ser ketiye. Operasyona li Bakurê Sûriye, têkoşîna li dijî DAIŞ’ê laqaz kiriye. Operasyona ku Tirkiye li Efrinê daye destpêkirin bandora têkoşîna li dijî DAIŞê lawaz kiiye. Li şûna ciwanên kurd bi DAIŞ'ê re şer bikin, berê xwe dane Efrînê. Hêza me ya em DAIŞ'ê li Sûriye têk bibin lawaz kiriye.