Li karnavalê teqîn çê bû: 8 kes mirin, gelek kes birîndar bûn 2018-02-12 10:57:57 NAVENDA NÛÇEYAN- Li Bolîvyayê di karnavala gerdîşiyî de teqînek çê bû. Hat ragihandin ku di teqînê de 8 kes mirine, zêdeyî 40 kes jî birîndar bûn.  Li navçeya Oruro ya Bolîvyayê teqînek çê bû. Hat diyarkirin ku bombeya gazê ya di dest firoşkarekî seyar de teqiyeya. Di teqînê de 3 jê zarok herî kêm 8 kes mirine û zêdeyî 40 kes jî birîndar bûne. Kesên birîndar bi hekîkopteran sewqî nexweşxaneyên La Pazê hatin kirin.    Çapemeniya herêmî ragihand ku teqîna di vê karnavala ku her sal bi sedhezaran mirov tev lê dibin de, ji ber qezayekê qewimiye.