Talîban gef li Tirkiyeyê xwar 2021-07-13 14:45:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Talîbanê, derbarê biryara Tirkiyeyê ku dixwaze eskerên xwe li Kabîlê bi cih bike de daxuyaniyek da û wiha got: “Heke rayedarên tirk dagirkirina welatê me berdewam bikin wê Emîrtiya Îslamê ya Afganîstanê li dijî wan bisekine.”   Li ser hesaba medya sanal a berdevkê Talîban Zabîhullah Mucahîd ku teklîfa Tirkiyeyê ya bicihbûn û parastina Balafirgeha Navnetewî ya Hamîd Karzaî ya li Kabîlê red kir, daxuyaniyek hat parvekirin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Heke rayedarên tirk dagirkirina welatê me berdewam bikin wê Emîrtiya Îslamê ya Afganîstanê li dijî wan bisekine û wê berpirsyartî jî di stuyê wan ê tevlî karê hinek din dibin de be.”   BINPÊKIRINA PEYMANÊ   Talîban, di daxuyaniyê de bang li Enqereyê kir ku fikra xwe biguherîne û diyar kir ku şîrîkatiya Tirkiyeyê ya Balafirgeha Kabîlê wê di navbera du dewletên misilman de tenê bibe pirsgirêk. Talîban, destnîşan kir ku bi rayedarên tirk re demeke hevdîtinê dikin û da zanîn ku heke Tirkiye eskeran li Afganîstanê bihêle wê peymanê bin pê bike.