Li Îdlibê balafireke şer a Rûsyayê hat xistin 2018-02-03 21:48:14 NAVENDA NÛÇEYAN – Balafira şer a Rûsyayê li bajarê Îdlibê yê Sûriyeyê hat xistin. Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê, daxuyand ku li bajarê Îdlîbê yê Sûriyeyê balafira rûs a tîpa Su-25 hatiye xistin û pîlotê wê jî miriye. Hat diyarkirin ku pîlotê balafirê li cihê lê daketiye di pevçûnê de miriye. Hat ragihandin ku pîlot bi paraşutê xwe ji balafirê avêtiye û li herêma ku di kontrola El Nûsrayê de ye daketiye.   Li gor agahiyên ewil hat diyarkirin ku balafira şer a rûs, bi pergala parastina hewayî ya bi navê MANPAD’ê hatiye xistin.