Siyasetmedarên Ewropî ji bo HDP’ê banga piştevaniyê kirin 2021-04-22 13:33:35   ENQERE - Hin Serokên Partiyên Siyasî yên Ewropayê û endamên Parlamentoya Ewropayê, beriya "Doza Kobanê" ji bo HDP’ê banga piştevaniyê kirin.    Beriya danişîna ewil a "Doza Kobanê" ya ku wê di 26’ê Nîsanê de bê lidarxistin, hin Serokên partiyên siyasî yên Ewropayê û endamên Parlamentoya Ewropayê (PE) ji bo HDP’ê banga piştevaniyê kirin.    Li Parlamentoya Ewropayê; endamên Koordînasyona Koma Dostaniya bi Kurdan re François Alfonsi (Wekîlê Fransî yê Tifaqa Azadiyan a Kesk/Ewropayê), Andreas Schieder (Wekîlê Awûstûryayî yê ji Tifaqa Pêşverû ya Demokratan&Sosyalîstan), Nikolaj Villumsen (Wekîlê Danîmarkî yê ji Çep Kesk a Çep a Yekbûyî ya Ewropayê / Nordik) û lîderên Partiyên Siyasî yên Ewropayê Heinz bierbaum (Serokê Partiya Çep a Ewropayê), Evelyne Huytebrocek û Thomas Waitz (Hevserokên Partiya Keskan a Ewropayê), Lorena Lopez de Lacalle (Seroka Tifaqa Azadiyan a Ewropayê) û Sergei Stanishev (Serokê Partiya Sosyalîstn a Ewropayê 'PES') daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniyê de işaret bi "Doza Kobanê" hate kirin ku bi dehan jê HDP'î 108 siyasetmedar lê têne darizandin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku bi zextên rêk û pêk hewl tê dayin HDP bê tepisandin, Berxwedana Kobanê were krîmînalîzekirin û hate destnîşankirin ku doz siyasî ye.   ‘AKP’Ê DAXWAZA LÊKOLÎNÊ RED KIR’   Wekîlên Ewropî bi bîr xistin ku dozgeriya Tirk dixwaze rêveber û hilbijêrên HDP'ê jî di nav de ne zêdeyî 100 kes bêne girtin û diyar kirin ku tê xwestin xwepêşandanên ji bo piştgiriya 'Berxwedana Kobanê' piştî bi salan weke 'piştgiriya ji bo terorîzmê' bê darizandin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin, di demekê de ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên çeteyên DAÎŞ'ê berxwedan dihate kirin, dewleta tirk piştgirî dida çeteyan û hate bibîrxistin, HDP'ê wê demê xwest ku meclîs bûyerên wê demê lêkolîn bike, lê belê ev daxwaz ji aliyê AKP ya Erdogan ve hat redkirin.   ‘BERXWEDAN NIKARE WERE KRÎMÎNALÎZEKIRIN’   Serokên partiyan û wekîlên Ewropî destnîşan kirin ku ew li ber vê neheqiya li HDP'ê tê kirin radibin û nayê qebûlkirin ku hilbijartî ji ber bûyerên lêkolîna wan jî hatibû astengkirin berpirsyar bên dîtin û ji ber vê yekê bên girtin. Di daxuyaniyê de ji partiyên siyasî û parlamenteran hate xwestin ku bala xwe bidin ser mijarê û hate gotin, "Em piştgiriyê didin HDP'ê ku bi rêk û pêk zext lê tê kirin. Her wiha em dibêjin ku berxwedana ji bo piştgiriya Kobanê nabe ku bê krîmînalîzekirin." Di daxuyaniyê de ev gotina Selahattîn Demîrtaş hate parvekirin: "Ya ku Erdogan jê aciz bûye kuştina mirovan nîne. Ya ku jê gelekî aciz bûye têkçûna DAÎŞ'ê ya li Kobanê ye."   BANGA JI BO PIŞTGIRIYA BI HDP'Ê RE   Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku doz wê di 26'ê Nîsanê de dest pê bike, lê belê ji ber tedbîrên şewbê nikarin weke çavdêr lê amade bin, li şûna vê yekê bang li her kesî hate kirin ku li ser medya dîjîtal û li her devera ku lê ne piştgiriya HDP'ê bikin. Hate ragihandin ku wê li medya dîjîtal li ser hashtagên #SolidarityWithHDP û #DefendKobani piştgirî bê dayin.