Di doza kuştina Floyd de biryar hat dayîn 2021-04-21 09:57:44   NAVENDA NÛÇEYAN - Di doza derbarê kuştina George Floyd ê li DYE’yê hatibû kuştin de, biryar hat dayîn. Polîsê bersûc Derek Chauvin ji 3 sûcên cuda, sûcdar hat dîtin.   Li eyaleta Mînnesota ya girêdayî Dewletên Yekbûyî yên Emerikayê (DYE), di Gulana sala 2020’an de, polîsê bi navê Derek Chauvin pêl stûyê George Floyd ê reşik kiribû û kuştibû. Piştre derbarê polîsê bersûc Derek Chauvin de doz hatibû vekirin. Di dozê de, endamên juriyê biryara xwe dan.    Endamên juriyê, polîsê bersûc Chauvin ji 3 sûcên cuda sûcdar dîtin. Polîs Chauvin, bi sûcdariyên “bêhemdî kuştin”, “kuştina asta sêyemîn” û “di asta duyemîn de mirov kuştinê” dihat sûdarkirin. Chauvin ê sûcdar hat dîtin, hatin girtin û wî şandin girtîgehê.   Ji parêzerên malbata George Floyd Ben Crump, ji bo biryara juriyê ev nirxandin kir: “Ev ji bo George Floyd û malbata wî, serkeftineke bi êşe.”